'Dewleta Tirk çeteyên sûrî şandin Azerbêcanê'

Meclisa Parlamantoyê ya Konseya Ewropayê piştrast kir ku dewleta Tirk sala borî çeteyên sûrî şandine Azerbêcanê da ku beşdarî şerê li dijî Ermenistanê bibin.

'Dewleta Tirk çeteyên sûrî şandin Azerbêcanê'
30 îlon, 2021   10:14
 NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Parlamantoyê ya Konseya Ewropayê li ser malpera xwe eşkere kir ku dewleta Tirk tundrawên ji Sûriyê şandine Azerbêcanê da ku li kêleka artêşa Azerbêcanê şerê hêzên Ermenistanê bikin.

Meclisê destnîşan kir ku nîşaneyên metirsîdar hene ku Azerbêdanê bi alîkariya dewleta Tirk, çeteyên Sûriyê bi kar anîne.

Meclisa Parlamantoyê bang li Enqereyê kir ku bi Dadgeha Ewropayê ya Mafên Mirovan re di gilînameyên di vê derbarê de li dijî wê hatine rakirin, alîkar be.

(cx)