Rojnamevan Murat Kuseyrî jiyana xwe ji dest da

Rojnamevanê ANF`ê Murat Kuseyrî yê 66 salî ji ber nexweşiya giran li nexweşxaneyeke Stockholmê jiyana xwe ji dest da.

Rojnamevan Murat Kuseyrî jiyana xwe ji dest da
30 îlon, 2021   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Kuseyrî ku di serî de di ANF, Evrensel û Yenî Ozgur Polîtîka, di gelek medyaya muxalîf de dixebitî ji ber tûmora di mêjî de li Stockholmê li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû 30'ê Îlonê berê sibehê çû ser dilovaniya xwe.

Kuseyrî ku bi salan li Ewropa dijiyan û rojeva welatê ku lê dijî ji nêz ve dişopand, beriya bi demeke kurt bêgav mabû ku xebatên xwe yên rojnamevaniyê bide sekinandin.

Rojnamevanê sosyalîst Kuseyrî bi salan xebateke bi dildarî kir. Li gorî Evrenselê Kuseyrî qewîtî kiriye ku merasîma cenaze neyê kirin û organên xwe bide.

Kuseyrî piştî darbeya faşîst a 12'ê Îlonê ji doza TKDP dihate darizandin û ji bêgavî çûbû derveyî welêt.