Li Şedadê ji ber bêbandorkirina bermahiyên DAIŞ`ê teqînek pêk hat- HATE NÛKIRIN

Li bejahiya rojavayê bajarokê Şedadê ya kantona Hesekê aliyên têkildar hin bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê li herêmê bêbandor kirin, ji ber wê yekê teqînekê rû da.

Li Şedadê ji ber bêbandorkirina bermahiyên DAIŞ`ê teqînek pêk hat- HATE NÛKIRIN
30 îlon, 2021   08:42
 HESEKÊ

Li gorî agahiyan teqîn li nêzî gundê Kanî ya li ser rêya aliyê rojava yê Şedadê pêk hatiye. Heta niha sedemên teqînê nayên zanîn. Tê gotin piştî teqînê, domanekî spî bilind bû.

Nûçegihanê me ji cihê bûyerê ragihand ku ji ber ku hêzên ewlehiyê û rêxistinên têkildar hin bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê li herêmê bêbandor kirin, li bajarok teqînek pêk hat.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku bêbandorkirina wan bermahiyan li herêma 47`an a li çolistana di navbera gundên El-Kaniyê û Um Riz yên li rojavayê bakurê navçeyê, pêk hat.

ANHA