El-Menfî dosyaya çeteyan û hêzên biyanî li Almanya gotûbêj dike

Serokê Meclisa Serokatiya Lîbyayê Mihemed El-Menfî îro bi serokwezîra Almanya Angela Merkel û hejmarek rayedaran re, dosyaya çete û hêzên biyanî li Lîbyayê û şerê li dijî terorê gotûbêj dike.

El-Menfî dosyaya çeteyan û hêzên biyanî li Almanya gotûbêj dike
30 îlon, 2021   07:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Meclisa Serokatiya Lîbyayê, Nejwa Wehîba ji dezgehên çapemeniyê yên herêmî re daxuyand ku Mihemed El-Menfî dê bi serokwezîra Almanya Angela Merkel û hejmarek rayedaran re bicive.

Wehîbe her wiha destnîşan kir ku dê El-Menfî bi Merkel re geşedanên der barê pêkanîna nexşerêya Berlînê, her wiha mijara derxistina çete, çekdar û hêzên biyanî ji Lîbyayê û têkoşîna li dijî terorê nîqaş bikin.

El-Menfî roja înê bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re hevdîtin pêk anîbû. Guterres di hevdîtinê de bal kişandibû ser girîngiya lidarxistina hilbijartinan di Kanûnê de.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku herdu aliyan teqezî bi girîngiya misogerkirina derketina çete û çekdarên biyanî ji Lîbyayê û pêkanîna aramiya herêmî, kir.

Guterres, hewldanên aliyên Lîbya yên dewamkirina diyalogê erênî nirxandin.

El-Menfî her wiha bi balyozê Almanya li Lîbyayê re geşedanên dawîn li Lîbya, hilbijartinên serokatiyê û parlamantoyê û qanûnên hilbijartinan, nîqaş kiribû.

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), dewleta Tirk di mehên dawîn de bi hezaran çeteyên Sûrî şandin Lîbyayê û hîna nêzî 6 hezar çete li Lîbyayê ne.

(dx)