Li bajarê Ezazê yê dagirkirî teqînek pêk hat

Li taxa pîşesaziyê ya rojhilatê bajarê Ezazê yê dagirkirî, mayinek di hundirê erebeyekê de teqiya.

Li bajarê Ezazê yê dagirkirî teqînek pêk hat
30 îlon, 2021   08:46
ŞEHBA

Çavkaniyên ji bajarê Ezazê ragihand ku mayinek di hundirê erebeyeke li taxa pîşesaziyê ya rojhilatê Ezazê de teqiya. Tu agahî der barê ziyanan de nehatin bidestxistin.

Duh jî li Ezazê mayinek bi erebeya serçeteyekî de teqiyabû. Her wiha li bajarê Cerablusê jî beriya du rojan teqînek pêk hatibû.

(dx)

ANHA