Rojnameyên erebî: Civîna Soçiyê bê daxuyanî bi dawî bû

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de têkildarî civîna Soçiyê, xwepêşandanên malbatên qurbaniyên teqîna li bendera Beyrûtê, erkdrakirina jinan di serokatiya hikumeta Tûnisê de nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Civîna Soçiyê bê daxuyanî bi dawî bû
30 îlon, 2021   07:24
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DI CIVÎNA PÛTÎN-ERDOGAN DE ÇARESERIYÊN BI DILÊ HER DU ALIYAN’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî civîna Soçiyê ya duh di navbera Erdogan û Pûtîn de pêk hat û bêyî daxuyanî bi dawî bû, wiha nivîsî: “Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn duh li Soçiyê dan û standin bi hempîşeyê xwe yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re pêk anî. Piştî nêzî 18 mehan ev cara yekemîn e her du serok dicivin. Ev civîn piştî rageşiya li Idlibê pêk hat.

Balkêş bû ku civîna 3 saetan dirêj kir, li pêş dezgehên çapemeniyê girtî bû. Her du serokan di dawiya civînê de civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar nexist an jî daxuyaniyên ku îşaretê bi lihevkirinên nû dikin, nedan.

Li gorî Kremlînê, civîn tenê di navbera Pûtîn û Erdogan de pêk hat, şandeyên her du welatan tenê beşdarî parçeyekî dan û standinan bûn. Tê zanîn ku Erdogan bi xwe re serokê îstixbaratê Hakan Fîdan û du alîkarên xwe yên dîwana serokatiyê Fahrettin Altun û Îbrahîm Kalin biribûn Soçiyê.

Pûtîn destnîşan kir ku di vê serdanê de dê dosyayên nakok bên nîqaşkirin û wiha got: “Dan û standinên di navbera me de carinan zehmet in, lê belê encamên erênî bi xwe re tîne. Saziyên me yên pispor fêr bûne ku her tim çareseriyên li gorî berjewendiyên her du aliyan bibînin.”

Serokê Rûsyayê her wisa behsa hevkariya di navbera Moskov-Enqereyê di dosyayên navneteweyî yên girîng de kir û got: “Di aliyê navneteweyî de heta asteke mezin em bi awayekî serkeftî hevkariyê dikin, mebesta min derbarê rewşa Sûriyê de û peywendiyên me yên têkildarî Lîbyayê. Her wiha navenda Rûsî-Tirkî ya taybet bi şopandina agirbestê li ser sînorê Azerbêcan-Ermenistanê, bi awayekî aktîv kar dike. Gelek dosyayên bi girêk hene, ez we li Rûsyayê pêşwazî dikim ji ber ku her tişt bi rêya telefonê nayê nîqaşkirin.”

Li gorî çavkaniyên ji Rûsyayê, herud aliyan di serdanê de gelek mijarên têkildarî lihevkirinên berê nîqaş kiriye, mekanîzma ji bo aramkirina rewşa Idlibê danîne û bingehên lihevkirinên nû li wê herêmê plan kirine.”

‘MALBATÊN QURBANIYÊN TEQÎNA LI BENDERA BEYRÛTÊ: HÛN NIKARIN DU CARAN ME BIKUJIN’

Rojnameya El-Ereb jî di hejmara xwe ya îro de behsa xwepêşandanên malbatên qurbaniyên teqîna li bendera Beyrûtê kir û wiha got: “Bi sedan lubnaniyan û di serî de malbatên qurbaniyên teqîna li bendera Beyrûtê, li pêşiya Koşka Edil a li Beyrûtê, xwepêşandan li dar xist. Xwepêşandan piştî du rojan ji taloqkirina lêpirsîna wê doze ya ji ber destwerdanên siyasî û gilînameyên qanûnî, pêk hatin.

Ev cara duyemîn e ku lêpirsîna der barê teqînê de tên taloqkirin. Teqîna li bendera Beyrûtê di 4`ê Tebaxa 2020`an de pêk hatibû, di encamê de herî kêm 214 kes hatin kuştin û zêdetirî 6 hezar û 500 kes birîndar bûn.

Komeke xwepêşandêran derbasî qada hundirîn a Koşka Edil bûn û pankarteke mezin a wêneyên qurbaniyan û nivîsa “Hûn nikarin me du caran bikujin” daliqand.”

‘CARAN YEKEMÎN JINEK SEROKATIYA HIKUMETEKE EREBAN DIKE’

Erkdarkirina Necla Bodin Remedan ji bo serokatiya hikumeta Tûnisê, bû rojeva Tûnisiyan. Ev cara yekemîn e li ser asta Tûnisê û li ser asta cîhana erebî, jinek ji bo vê peywirê tê erkdarkirin. Der barê wê biryarê de, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Biryara sorokê Tûnisê Qeys Seîd a erkdarkirina jinekê ji bo serokatiya hikumetê ne tenê li Tûnsiê, lê belê li ser asta herêma erebî cara yekemîn e. Derdorên Tûnisê razîbûna xwe ji vê biryarê re nîşan da, lê belê hinekan jî wekî astangiyeke taybet li gel mercên ku Tûnis tê de ye, bi nav kir.”