Şêxmûs Ehmed: Girtina deriyê Til Koçer dê bandoreke neyînî li kampan bike

Şêxmûs Ehmed li ser bandorên neyînî yên girtina dergehê Til Koçer li ser kampan di demsala zivistanê de, hişyarî da û teqez kir ku ew li gorî derfetên xwe pêwîstiyên sereke ji penaberan re pêşkêş dikin.

Şêxmûs Ehmed: Girtina deriyê Til Koçer dê bandoreke neyînî li kampan bike
30 îlon, 2021   06:27
REQA – XALID EL-CÛMA

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêzî milyonek koçberên herêmên cuda yên Sûriyê û koçberên ji Iraqê hene. Hemû ji ber şerên li herêmên wan reviyane û berê xwe dane herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku aramî û ewlehî lê serwer e.

Li herêmên Rêveberiya Xweser 15 kamp hene di wan de bi hezeran malbatên koçber û penaber dijîn.

Her wiha li gundewarên Reqa, Dêrazor, Tebqa û Minbicê gelek kampên bêserûber hene û bi sed hezeran koçberên ku piraniya wan ji herêmên Sûriyê û bajarê Dêrazorê ne, li wan kampan dimînin.

Bi hatina Zivistanê re û ji ber ku kon riziyayî ne koçberên zehmetiyan dikişînin. Her wiha pêwîstiya wan bi gelek pêdiviyan hene.

PLANA DESTEKDAYÎNA HEMÛ KOÇBER Û PENABERAN

Hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed piştrast kir ku plana Desteya Karûbarên Civakî heye ku destekê bide hemû koçber û penaberên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û madeyên ku di demsala zivistanê de ji wan re pêwîst in li wan belav bike.

Şêxmûs Ehmed wiha domand: "Desteya Karûbarên Civakî û Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan bi awayekî rojane û di nava 24 saetan de dixebitin da ku pêwîstiyên koçber, penaber û kampan peyda bike û bi rêxistinên fermî û yên nefermî yên li herêmê re koordîne dikin da ku hemû pêwîstiyan ji cilên zivistanê û madeyên xwarinê, peyda bike."

Şêxmûs Ehmed destnîşan kir ku Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser plansaziyan ji rêxistinan re datîne da ku pêwîstiyan ji koçberan re di demsala zivistanê de peyda bike û wiha domand: "Hin kon hene divê werin guhertin. Ji ber ku demek dirêj di ser wan re derbas bûye û êdî kevin bûne. Desteyê dê bi Komseriya Bilind a Karûbarên Koçberan koordîne bike da ku konan ji koçberan re peyda bike."

Şêxmûs Ehmed di navbera wan û WHO`yê de koordîne heye da ku xwarinên zarokan bi taybet şîr û derman ji koçberan re peyda bike, destekê bide nuqteyên tenduristiyê yên di nava kampan de, asta hişyariyê ya li hemberî vîrûsa koronayê zêde bibe.

Şêxmûs Ehmed destnîşan kir ku Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan belavkirina madeya mazota zivistanê di kampan de didomîne ku di nîvê havînê de dest pê kiribû û piştrast kir ku beriya zivistanê dê hemû malbatên koçber para xwe ya mazotê bi dest bixin.

LI HERÊMÊ DORPÊÇ HEYE Û GIRTINA DERGEHÊ TIL KOÇER BI AWAYEKÎ NEYNÎ BANDORÊ LI KAMPAN DIKE

Di Tîrmehê de Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) mekanîzmeya derbaskirina alîkariyan ber bi Sûriyê ve bi rêya dergeha Bab El-Hewa ku di bin serweriya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de ye (Cebhet El-Nusra ya berê ku Ii ser lîsteya terorê ya navneteweyî ye) dirêj kir û dergehê Til Koçer li pêşiya derbasbûna alîkariyan girtî bimîne. Ev jî hate kirin piştî ku NY`yê û hêzên Ewropayê rastî zexteke Rûsî hatin.

Biryara NY`yê bi awayekî neyînî bandor li 5 milyon şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi sed hezaran koçberan hemêz dike û bi sed hezaran koçberên DAIŞ`ê û malbatên wan di nava kampan de ku Rêveberiya Xweser pêdiviyên wan peyda dike.

Şêxmûs Ehmed destnîşan kir ku ji ber ku dergehê Til Koçerê girtî ye û li ser herêmê dorpêçeke tengav heye Rêveberiya Xweser ji bo bidestxistina alîkariyên xwarinê ku ji derve tên bi zehmetiyan re rû bi rû dimîne.

Şêxmûs Ehmed wiha pê de çû: "Girtina dergehê bi awayekî neynî bandor li rewşa kampan kir. Divê civaka navneteweyî biryara girtina dergehê Til Koçer di ber çavan re derbas bike."

Hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em bi hemû hêza xwe dixebitin da ku beriya demsala zivistanê alîkariyan bighînin hemû koçber û penaberên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gZWIZwXXQYw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>