Penaberî; reva ji rasteqîniyê ber bi windabûnê ve

Penaberên vedigerin welat li ser koçberiyê hişyarî dan û got “Koçberî heqaret û nîjadperestî ye û reva ji rasteqîniyê ber bi têkçûnê ve ye. Divê ciwan vegerin welatê xwe.”

Penaberî; reva ji rasteqîniyê ber bi windabûnê ve
30 îlon, 2021   06:05
QAMIŞLO – KADAR ÎBRAHÎM

Ji ber zêdebûna hejmara niştecihan û kêmbûna çavkaniyên çandiniyê di dirêjahiya dîrokê de pêlên koçberiyê çêbûn. Hin civak jî neçar man ku ji ber nexweşî û şeran koçber bibin. Lê koçberiya îro pêk tê, wek siyaseteke plankirî ye ku siyaseteke giştî ye, ne ku tenê bûyerên di nava welatekî de pêk tên.

Hêzên mêtinger dixwazin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ciwanan vala bikin, ew jî bi şerê li dijî mejiyan, dûrxistina ji çand û nasnameyê pêk tê. Bi vê yekê serweriya li ser wan û bikaranîna di hemleyên propagandaya modernîteya kapîtalîst de hêsan dibe.

Hin kesan jî ev siyaset nas kir û zanî ber bi ku ve tên kişandin. Bi wê re piştî çend salên li koçberiyê vegerîn warên xwe.

‘ŞERÊ TAYBET SEDEMA SEREKE YA KOÇBERÎ Û PENABERIYÊ YE’

Endezyarê çandiniyê Nofel El-Hisên ê ji Tirbespiyê ya Qamişloyê û di 2013’yan de dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê li dijî başûrê Tirbespiyê, koçber bûye wiha got: "Şerê taybet ku dewleta Tirk li dijî gelên herêmê bi kar tîne, ji sedemên sereke yên koçberiya şêniyan e."

Şerê taybet ji xeternaktirîn rêbazên ku sîstema kapîtalîst û dewletên desthilatdar li dijî gelan bi kar tînin da ku armanc û planên xwe pêk bînin, serdestî û fikirên xwe yên kapîtalîst li ser gelan ferz bikin, nexasim ciwan ku zêdetir rastî vî şerî tên.

Têkildarî rêwîtiya koçberiyê Nofel El-Hisên ev tişt anî ziman: "Ez 15 rojan li Tirkiyê mam, paşê ji ber astengiyên ku rastî min hatin ji binpêkirin, heqaret û gotinên nebaş, ji Tirkiyê derketim. Ciwanên sûrî di hemû xebatên zehmet de bi kar tînin."

Nofel bang li ciwan û penaberan kir ku li walat vegerin û wiha domand: "Pêwîstiya welat bi ciwanan heye. Em dikarin bi rêya hevgirtina xwe welatê xwe bi pêş bixin. Jiyana li welatê ku zehmetiyan ji ber aloziyên aborî dikişîne ji binpêkirinên li koçberiyê baştir e. Ji ber wê jî em bang li hemû ciwan û penaberan dikin ku vegerin."

Her wiha ciwanê bi navê Gabar Mihemed Emîn Ehmed ê ji gundê Dêrûna Qulinga yê Tirbespiyê ku beriya aloziya Sûriyê berê xwe dabû Başûrê Kurdistanê, ev tişt anî ziman: "Qaçaxçî şêniyan bi mirinê re rû bi rû dihêlin. Destpêkê wan dixapînin lê di rastiyê de ew rastî rêwîtiya mirinê tên."

Gabar Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk şerê taybet li dijî şêniyan bi kar tîne da ku herêmê ji niştecihên wê vala bike û ev jî bi rêya bikaranîna rêbazên cuda yan jî bi rêya toreyên medyaya dîjîtal yan jî bi rêya MÎT û qaçaxçiyên ku karê penabetiya şêniyan dikin, pêk tê. Ehmed di dawiya axaftina xwe de îşaret bi berxwedanê kir û got welatê xwe nekin pariyeke hêsan di devê dijmin de.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RKFsHHA2Sac" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>