Rêxistina Roj li Dêrazorê mayînên DAIŞ’ê bêbandor dike

Rêxistina Roj (RMCO) ya taybet bi rakirina mayînan bermahiyên DAIŞ’ê li rûbera 33 hezar metreçargoşe bêbandor kirin û bi wê yekê xeteriya li ser zêdetirî 4 hezar û 400 sivîlan, bi dawî kir.

Rêxistina Roj li Dêrazorê mayînên DAIŞ’ê bêbandor dike
30 îlon, 2021   05:47
DÊRAZORÊ

Herêmên Dêrazorê ji herêmên herî zêde mayîn lê hatine çandin e, ji ber ku baregehên dawî yên DAIŞ’ê bû, ji lew re çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran mayîn lê çandin, da ku hemleya Bagera Cizîrê ya rêzgrakirina Dêrazorê asteng bikin.

Ji dema rizgarkirina Dêrazorê ve, bi sedan sivîl di nav de jî zarok bûn qurbanê mayînan. Piranî jiyana xwe ji dest da û hin jî parçeyên laşên xwe winda kirin. Bi wê re aliyên têkildar piranî mayîn rakirin, bi taybet ji navned, sazî û kolanan.

Li aliyekî din jî Rêxistina Roj (RMCO) mayîn û madeyên teqemeniyê rakirin. Her wiha di 46 rojên borî de rûbera 33 hezar metreçargoşe ku tê de 4 hezar û 400 sivîl dijîn paqij kir. Di wê rûberê de 3 hezar û 722 mayîn hatibûn çandin.

Li gorî rapora Rêxistina Roj, depo û kargehên teqemeniyan ên girêdayî çeteyan hatine paqijkirin, di wan de hawan, moşekên katyoşa û moşekên vala yên ji bo mayînkirinê hebûn. Li wan depo û kargehan nêzî hezar û 197 moşekên û zêdetirî 2 hezar û 525 moşekên vala hebûn.

Rêxistina Roj a Rakirina Mayîn (RMCO) a taybet bi mayînan û hişyarkirina ji xeteriya wan, di dawiya 2016’an de ji aliyê komek pisporên taybet bi mayînan ve hat avakirin, tê de 10 kes dixebitin û xebatên wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Piştî salekê ji damezrandinê karîbû di asta herêmî û navneteweyî de têkiliyên baş deyne.

 (fr)

ANHA