​​​​​​​Pisporên navneteweyî hişyarî ji ber qutkirina ava çemê Firatê da

Pisporên rêxistinên jîngeha navneteweyî, ji ber qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, hişyarî dan ku dê bibe sedema rûdana karesatên mirovî li Sûriyê û Iraqê û destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi vê yekê jiyana mirovan dixe xeteriyê.

​​​​​​​Pisporên navneteweyî hişyarî ji ber qutkirina ava çemê Firatê da
30 îlon, 2021   03:09
HESEKÊ – EHMED MIHEMED

Dewleta Tirk ava çemê Firatê li ser xaka Sûriyê û Iraqê qut dike. Tevî peymanên sêalî yên sala 1987`an a di navbera Tirkiyê, Sûriyê û Iraq lê ev peyman bi awayekî berçav tê binpêkirin.

Li gorî peymanê divê dewleta Tirk di her saniyekê de 500 metrekab av berde axa Sûriyê ku di Cerablusê re dikeve Sûriyê. Para Iraqê ji sedî 60 e.

Têkildarî mijarê çalakvanê finlandî yê rêxistina damezirandina jîngehê ya navneteweyî (Ecological Founding Organization) Marco Ugla diyar kir ku dewleta Tirk herikandina avê disekinîne û ew berpirsa bidawîkirina çavkaniyên avê yên li Sûriyê û Iraqê ye.

Di Komxebata Navneteweyî ya Avê de ku 27 – 28`ê Îlonê li dar ketî Maco Ugla ji ANHA`yê re axivî û got: "Ev yek qet nayê qebûlkirin. Dewleta Tirk bi vê yekê gelê Sûriyê û Iraqê bi zehmetiyan re rû bi rû dihêle. Ji ber ku gelê herêmê pêdiviyên xwe ji vê çavkaniyê peyda dikin. Jiyan li Sûriyê û Iraqê di xeteriyê de ye."

Li gorî berpirsên bendavan ên Rêveberiya Xweser, qutkirina avê bi awayekî mezin bandor li asta avê çeman, golan û hewzan li Sûriyê kir. Rêjeya avê bi awayekî mezin kêm bûye û gihaştiye 5 metreyan. Ev yek bi awayekî neyînî bandor li warên aborî, pîşesazî, hawîrdorê û eneriyê kir.

Mudirê rêxistina "Çemê Dîcle rizgar bikin" û însiyatîfa rêxistinên hawîrodê yên Rojhilata Navîn û Ewropayê Toon Begins tev li Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Têkildarî wê ji ajansa me re ev nirxandin kir: “Encamên kêmbûna zêde ya ava çemê Firatê li ser Sûriyê û Iraqê pir in bi taybet li ser jiyana mirovan.”

Begins wiha domand: "Gelek kes ava vexwarinê ji vî çemî peyda dikin. Bi rêya wê zeviyên xwe av didin. Lewra bandora kêmbûna avê mezin e. Ev rewş êdî roj bi roj xirabtir dibe."

Begins hişyarî ji zuhabûnê da û got: "Her kes dizane ku heger rewş wisa bimîne dê rewş xirabtir bibe. Ji ber ku di salên ziwa û salên baranê de şewba avê bandorê li ser avhewayê dike, ev jî dê bibe sedema gelek ziwabûnê.".

Toon Begins destnîşan kir ku rawestandina herikandina ava çemê Firatê ber bi xaka Sûriyê ve, xirabûna binesaziyê û kêmbûna çavkaniyên avê li herêmê dê di salên bê de bi xwe re bandorên mezin û trajedîk bîne.

Ruxmî kêmbûna saetên peydakirina kehrebeyê ji herêmê re, asta ava vexwarinê û miqdara hilberînên çandiniyê ku bi rêya avê tên çandin kêm bûn, lê bangewaziyên Rêveberiya Xweser ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) û aliyên fermî yên pirsporê hawîrdorê ve bê bersiv dimînin.

Di vê çarçoveyê de mudirê rêxistina Çemê Dijle rizgar bikin û însiyatîfa rêxistinên hawîrdorê yên Rojilata Navîn û Ewropayêyê Toon Begins ev tişt anî ziman: "Li ser asta navneteweyî rêxistin dikarin banga çareserkirina aloziyê bikin çi hikumet yan jî rêxistin. Her wiha dikarin di nava rêxistinên cuda de û heta di nava dewletên cuda de çi li ser asta Rojhilata Navîn û çi li ser asta Ewropayê bixebitin da ku rola navbeynkariyê di nakokiyên avê de bilîzin."

Toon Begins wiha domand: "Divê hemû bi hev re hevkar bin û bi rêya saziyên demokratîk sînoran derbas bikin."

Çalakvanê finlandî yê Rêxistina Avakirina Hawîrdorê ya Navneteweyî de Marco Ugla got: "Divê civaka navneteweyî bersivê bide. Ev ne dozeke du alî di navbera Sûriyê û Tirkiyê de ye lê belê ev dozeke girêdayî tevahî cîhanê ye û divê YE`yê û dewletên din jî helwesteke diyar, eşkere bikin."

Marco Ugla wiha pê de çû: "Zexta navneteweyî dê encam bigre. Em ditirsin ku ev rewş berdewam bike. Ji ber wê divê em sûd ji tecrubeyên heyî bigirin da ku jiyan berdewam bike. Ava geş a ku çem dida qut bûye. Civata navneteweyî dikare alîkariya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û pêdiviyên wê yên ji ava vexwarinê peyda bike."

Marco Ugla piştrast kir ku divê piştgirî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re were pêşkêşkirin û ji bo derbaskirina encamên qutkirina ava çemê, pê re hevkarî were kirin.

Pisporê bi navê Marco Ugla wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tişta ku îro tê xwestin divê bang li civata navneteweyî were kirin da ku bê vir û destekê bide. Pêwîstiyên têne xwestin diyar in. Civata navneteweyî mecbûre pêwîstiyên sereke yên herêmê, peyda bike. Ev yek jî di bin gefan de ye. Em bang li hikumeta Finlandayê dikin ku bersivê bide û piştgiriya pêwîst pêşkêş bike."

Li gorî berpirsên bendavên çemê Firatê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandin ku heke rewş wisa berdewam bike anku heke qutkirina avê wisa berdewam bike, wê bendav rawestin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/42OPNCKG2ew" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>