​​​​​​​Elî Mesûd: Bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve mijareke xeter e

Hiqûqnasekî piştrast kir ku dewleta Tirk bi rêya bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê qanûnên rêxistinên ku bi xwe tê de endam e, bin pê dike û got, “Ji ber ku berjewendiyên navneteweyî bi hev ve girêdayî ne, hesab ji dewleta Tirk nayê xwestin”.

​​​​​​​Elî Mesûd: Bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve mijareke xeter e
30 îlon, 2021   00:46
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Dewleta Tirk a dagirker ji 23`yê Nîsanê ve êrişî herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê dike û bi rêya bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê qanûnên navneteweyî binpê dike.

Têkildarî vê yekê KCK’ê daxuyaniyek dabû û tê de piştrast kiribû ku dewleta Tirk a dagirker di mehekê de 157 êrişên kîmyewî pêk anîne.

Rojnameya Morning Star a brîtanî jî, raporek têkildarî mijarê weşand û tê de eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî li herêmêna Zap, Avaşîn û Metînayê bi kar anîne. Her wiha dîmenaa bikaranîna êrişa kîmyewî belav kir.

Hiqûqnas û pisporê qanûnên navneteweyî Mesûd Elî bikaranîna dewleta Tirk ji çekên qedexekirî re li dijî Başûrê Kurdistanê bi mijareke girîng û xeter bi nav kir û wiha got: "Çekên kîmyewî zirarê didin mirov, hewa, erd, hawîrdor û deryayê. Bandora wê li ser nifşên pêşerojê demdirêj e."

Çekên li ser asta navneteweyî qedexekirî ev in; bomeyên goşeyî, çekên kîmyewî mîna gaza xerdel, fosfora spî, çekên nukleerê, çekên biolojî, topên dûmanê yên şewatê û bombeyên valahiyê.

Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk qanûnên Rêxistina Qedexeya bikaranîna çekên kîmyewî (OPCW) ku bi xwe jî tê de endam e, binpê dike û çekên qedexekirî li dijî Başûrê Kurdistanê bi kar tîne û wiha pê de çû: "Li gorî bendên 2 û 3 yên madeya yekemîn a rêxistinê, sedem çi dibe bila bibe nabe endamên rêxistinê çekên kîmyewî bi kar bîne yan jî amadekariyên bikaranîna wê bike."

 

Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniyeke xwe ya dawî de dabû zanîn ku dewleta Tirk di mehekê de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê 157 êrişên çekên kîmyewî pêk anîne. Her wiha KCK`ê jî diyar kiribû ku dewleta Tirk ji derdora 5 mehan ve çekên kîmyewî bi kar tîne.

Ruxmî bangewaziyên KCK`ê ku komîteyeke lêpirsînê bişînin herêmê, lê rêxistinên têkildar, civata navneteweyî û Lijneya Neteweyên Yekbûyî ev bangewazî paşguh kirin.

Mesûd Elî bal kişand ser rêgezên OPCW`yê û got: “Li dijî aliyên ku qanûnên rêxistinên bin pê dikin, li gorî benda 12, mafên vê dewletê û karînên wê tên taloqkirin. Heke tevgerên qedexekirî zirar çêkirin, wê demê ji bo pêkanîna qanûna navneteweyî tedbîr tên girtin an jî ev doz ji Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Meclisa Ewlehiyê re tê pêşkêşkirin. Dibe ku bigihêje asta bikaranîna hêzê.”

KCK`ê ji ber êrişên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî herêmê hişyar dabû ku ev êriş dibin sedema binpêkirina ewlehiya li herêmê. Her wiha destnîşan kiribû ku bêdengî derfetê dide dewleta Tirk ku çekên kîmyewî li dijî HPG`ê û sivîlên li Başûrê Kurdistanê bi kar bîne. Dewleta Tirk sala 2019`an di şerê xwe yê li dijî Serêkaniyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de fosfora spî bikar anîbû. Di encamê de gelek sivîl birîndar û astengdar bûn. Beriya wê jî Sadam Huseyn li Helebceyê li dijî Kurdan gaza Xerdel bi kar anî ku di encamê de 5 hezar kurd bû qurban.

Derbarê bêdengiya rêxistin, dewletên têkildar û nepêkanîna qanûnên navneteweyî de, Mesûd Elî got: “Berpirsên rêxistina OPCW`yê li hemberî dewleta Tirk erkên xwe bi cih naynin. Ji ber ku berjewendiyên navneteweyî bi hev ve girêdayî ne, heke piştrast bibe ku Tirkiyê çekên kîmyewî bi kar aniye jî, ew nikare tu tedbîran li dijî wê bigire.”

(şx)

ANHA