​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-09-2021

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-09-2021
29 îlon, 2021   23:00

- Pisporên rêxistinên jîngeha navneteweyî, ji ber qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, hişyarî dan ku dê bibe sedema rûdana karesatên mirovî li Sûriyê û Iraqê û destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi vê yekê jiyana mirovan dixe xeteriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Êzidiyên kantona Efrînê yên koçberî Şehbayê bûne bang li civaka êzidî kir ku piştgiriya PADÊ’yê di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de ku dê 10 Hezîranê li dar kevin, bike û da zanîn ku tevlêbûna li parlamentoyê dê ji civaka êzidî re bibe destkeftî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hiqûqnasekî piştrast kir ku dewleta Tirk bi rêya bikaranîna çekên kîmyawî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê qanûnên rêxistinên ku bi xwe tê de endam e, bin pê dike. Her wiha diyar kir ku ji ber ku berjewendiyên navneteweyî bi hev ve girêdayî ne, hesab ji dewleta Tirk nayê xwestin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş da zanîn ku ew nahêlin tu aliyek êrişî xaka wan ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin bikin û ew ê li hember hewldanên derbekirina aramî û ewlehiya herêmê bisekinin. Derwîş got dê êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji vejandina DAIŞ’ê re bibin şansek. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Penaberên vedigerin welat hişyarî li ser koçberiyê da û da zanîn ku koçberî heqaret û nijadperestî ye û piştrast kir ku koçberî reva ji rasteqîniyê ber bi têkçûnê ve ye û divê ciwan vegerin welat. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed hişyarî ji encamên neyînî yên girtina dergehê Til Koçer li pêşiya alîkariyên mirovî li ser rewşên kampan di demsala zivistanê de da û teqez kir ku ew li gorî derfetên xwe pêwîstiyên sereke ji penaberan re pêşkêş dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêxistina Roj (RMCO) ya taybet bi rakirina mayînan xeteriya bermahiyên DAIŞ’ê ji ser zêdetirî 4 ‎hezar û 400 sivîlên li rûbera 33 metreçargoşe dijîn, rakir. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Hêzên hegemonîk ji bo ku herêma Rojhilata Navîn kontrol bikin siyaseta tevliheviya afrîner lê belav dikin. Rûsya her tim êrişî rola DYA`yê ya li herêmê dike û wê bi wêrankirin, belavkirina tevlihevî û terorê tawanbar dike. Lê ji bîr dike ku heman tevliheviyê li herêmê pêk tîne û pişt dide hikumeta Şamê ya ku pirrengiyê red dike. Li aliyekî din jî dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd tune bike.

KURDISTAN

- Silêman Ereb bertek nîşanê PDK'ê da ku piştgiriyê dide êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û got “Wezîfeyeke dîrokî ye ku kesên li gorî berjewendiyên dijmin tev digerin li ber çavê gel werin teşhîrkirin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA