Danûstandinên Pûtîn û Erdogan bêyî civîneke çapemeniyê bi dawî bû

Danûstandinên Pûtîn û Erdogan ku 3 saetan li Soçiyê berdewam kir bêyî encamnameyekê bi dawî bûn.

Danûstandinên Pûtîn û Erdogan bêyî civîneke çapemeniyê bi dawî bû
29 îlon, 2021   16:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê, Pûtîn û Erdogan li Soçiyê civînek li dar xist, tê de her duyan li ser têkiliyên dualî, dozên herêmê, rewşa Sûriyê, Lîbya, Efganistanê û Kafkasya nîqaş kirin.

Civîna her du serokan bêyî encamname yan jî civîneke çapemeniyê bi dawî bû, ev jî destnîşan dike ku tu lihevkirin çênebûne yan jî dewleta Tirk tu tawîz der barê Idlibê de nedan Rûsyayê.

Piştî civînê Erdogan got encamên danûstandinên bi Pûtîn re baş bûn.

Bi destpêka civînê re hevdîtina protokolê li dar ket, tê de Pûtîn û Erdogan axivîn, her wiha Pûtîn îşaret bi danûstandinê bi Erdogan re ku di Adara 2020’an de kir.

Pûtîn wiha got: "Hin caran danûstandinên di navbera me de asteng dibin, lê piştre encam dibin erênî. Saziyên me yên pispor çareyan li gorî her du aliyan dibînin."

Pûtîn bi vê yek xwe bibêje ku gelel dosyayên binakok di navbera Rûsya û Tirkiyê de li Sûriyê, Lîbya, Qerebax, Efganistanê û Crimea de hene.

Rûsya û dewleta Tirk gelek peymanên li gorî berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê pêk anîne, van peymanan hişt ku Moskove bibe alîkarê hikumeta Şamê di vegerandina herêmên Sûriyê ku ji 2011’an de ji dest dane.

Ji zêdetirî mehekê ye ku balafirên şer ên Rûsyayê ji asîmana Idlibê neçûne, bejahiyên wê bi taybet ên başûr ên bi nave çiyayê Zawiyê bombebaran dikin.

Di çend rojên borî de balafirên Rûsyayê nuqteyên çeteyên dewleta Tirk ên li Efrîna dagirkirî bombebaran kirin. Ew jî peyameke fişarê li dijî Erdogan bû.

Rûsya israr dike ku hêzên hikumeta Şamê derbasî herêmên Idlibê bibin û rêya M4 veke û bi rêya van gundên Heleb û Laziqiyê yên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de girê bide. beriya çend mehan jî gelek dewriyeyên rûsî-tirkî li wan herêman pêk hatin, lê bi lez sekinînin.

Berdevkê Krimlinê Dmitriy Peskov beriya civînê bi çend rojan gotibû ku dê Pûtîn bi Erdogan re bicive û li ser rewşa Idlibê nîqaş bikin.

Dmitriy Peskov da zanîn ku serokên her du welatan vîneke siyasî pêk anîn û girêdayî Idlibê gihaştin lihevkirinekê, lê belê mixabin hîna çalakiyên terorane li wir berdewam in. Ev jî nayê qebûlkirin û xeternak e. Ji ber xebata siyasî ya Sûriyê asteng dike.

Ji civîna dawî ya Adara 2020’an de îro di navbera Pûtîn û Erdogan de civînek li dar ket.

Her du aliyan di wê demê de li ser agirbesta li Idlibê li seranserî eniya şer a di navbera çeteyên dagirkeriya Tirk û hêzên hikumeta Şamê de li hev kiribû û divê piştre koorîdoreke ewlehî piştî 6 kîlometre ber bi bakur û 6 kîlometre ber bi başûr ve li ser rêya M4 were avakirin.

(fr)