Piştî 112 rojan ji revandina Cîhad Hesen, PDK’ê ew berda

Desthilatên PDK’ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Hewlêrê Cîhad Hesen piştî 112 rojan ji revandinê û nebaşiya rewşa wî ya tenduristî berda.

Piştî 112 rojan ji revandina Cîhad Hesen, PDK’ê ew berda
29 îlon, 2021   16:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên PDK’ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen tevî du endamên têkiliyên PYD’ê di 10’ê Hezîrana borî de revandin. Hêzên PDK’ê dema ew nûnerê Rêveberiya Xweser û endamên têkiliyên PYD’ê diçûn balafirgeha Hewlêrê ji bo pêşwazîkirina mêvanan revandibûn.

Hêzên PDK’ê 29’ê Tîrmehê her du endamên têkiliyan ên PYD’ê piştî 50 rojî ji revandinê berdabûn, lê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen bernedabûn.

Vê êvarê çavkaniyan ji ajansa me re eşkere kir ku nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen hat berdan, lê belê yekser şandin Rojava û nehiştin li Başûrê Kurdistanê bimîne.

(fr)

ANHA