Rêxistinên ekolojîk ên navneteweyî: Dewleta Tirk ava Firatê polîtîze dike

100 rêxistinên herêmî û navneteweyî yên têkildarî jîngehê diyar kir ku dewleta Tirk ava Firatê polîtîze dike û qaûnên navneteweyî bin pê dike. Rêxistinan got, divê dozek li dijî dewleta Tirk were vekirin.

Rêxistinên ekolojîk ên navneteweyî: Dewleta Tirk ava Firatê polîtîze dike
29 îlon, 2021   07:11
HESEKÊ – EHMED MIHEMED

Têkildrî rewşa avê li herêmên Rêveberiya Xweser, Desteya Rêveberiya Herêmî ya Herêma Cizîrê, Zanîngeha Rojava û Navenda Firat a Lêkolînan di 27  û 28'ê Îlonê de Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidar xist.

Rêveberiya Xweser tevî saziyên xwe û saziyên civaka sivîl bal kişand ser pîvan, qanûn û peymanên navneteweyî yên girêdayî avê her wiha bala cîhanê kişand ser bikaranîna dewleta Tirk ji çavkanî û jêderên avê re.

Di vê çarçoveyê de li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava du rojan de komxebat hate lidarxistin. Nêzî 300 kesayet û delege di nav de mêvanên navneteweyî, rêxistinên navneteweyî, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, MSD, akademîsyen, kesayetên hunerî di aliyê hiqûqî û jîngeh xwedî tecrube, beşdarî komxebatê bûn.

Li gorî endamê komîteya amadekar a komxebatê Welîd Çolî ji ANHA`yê re got, rêxistin û komeleyên beşdarî komxebatê bûbûn nûnertiya 100 rêxistinên navneteweyî dikin û pisporên di warê hiqûqî, jîngeh û avê de.

Di komxebatê de beşdaran 5 mijarên sereke yên girêdayî dozên aloziya avê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê hiqûqî, zanist bi rêya semînerên akademîsyen, pispor û fenî hatin nîqaşkirin. Di destpêkê de bi rêya semîner, şîrove û nîqaşan bal kişand ser pîvan û peymanên navneteweyî yên giştî derbarê avê de û yên rêxistinkirina parên ava hevbeş ji dewletan re.

Her wiha teqezî li ser rakirina raporeke giştî bi mijarên ku di komxebatê de ji aliyê beşdaran ve der barê binpêkirinên dewleta Tirk ji qanûn û pîvanên navneteweyî yên taybet bi avê ji NY`yê û YE`yê re hate kirin.

Ev yek di xwesteka beşdaran de diyar bû ku dozeke qezayî li dijî dewleta Tirk rakin û di benda 4`emîn ji encamnameya komxebatê de wiha hate gotin: "Divê dozeke qezayî li dijî dewleta Tirk were rakirin ji ber qanûn, pîvan û peymanên navneteweyî yên du alî û sê alî yên girêdayî çemê Dicle û Firatê ne binpê dike û avê weke çekeke şer bikar tîne û bi vê yekê peymana Cinêvê ya 1949`an binpê dike."

Di nîqaşkirina li ser bandorên siyasî de aliyên beşdar piştrast kir ku dagirkeriya Tirk avê wek çekeke siyasî û kaxizeke fişarê li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne û peymana Cinêvê bin pê dike. Di benda yekemîn ji encamnameyan de hate gotin dewleta Tirk avê wek çekeke siyasî li dijî sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevahî Sûriyê û Iraqê bi kar tîne û ev yekê cihê şermezarkirinê ye.

Di komxebatê de li ser bandorên aborî yên têkildarî krîza avê û bandora wê ya neyênî li ser geşkirina aborî û çandiniyê hat nîqaşkirin ku ev yek bi xwe re bêkarî, tunebûna xwetêrkirinê û tunebûna daneyên sereke yên dikevin pîşesaziyê, buhabûnê, penabertiya ciwan û karkeran tîne, li gel wê jî dê bi xwe re xeteriya tunebûna ewlehiya xwarinê, çolistan û ziwanbûnê bîne.

Têkildarî mijarê, beşdaran da zanîn ku ewlehiya avê ajoya yekemîn a geşkirina mayînde ye, her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku bi lez destwerdanê bike û erka xwe ya mirovî li hember herêmê ya têkildarî bandorên qutkirina avê, ziwanbûn û bandorên wê li ser civak û kampên koçberan, bi kar bîne. Her wiha bang li civaka navneteweyî hat kirin ku piştgiriya projeyên mayînde yên dibin piştevanê jêderên avê bike, navendên parzûnkirina avê ava bike, avê ji herêmên ku pirsgirêka avê dikişînin re ji gol û çemên dîtir peyda bike, stratejî û siyasetên demdirêj ên bi xwespartina li lêkolînên navendên lêkolînan nexşe bike.

Beşdaran da zanîn ku divê şêwirên ji bo bikaranîna avê werin dayîn, her wiha bang kirin ku divê bernameyên cidî û pabend ên taybet bi şêwir û zêdekirina zanabûna bikaranîna avê bi hevkariya di navbera Rêveberiya Xweser û navendên lêkolînan de werin danîn.

Beşdaran got divê parastina avê were kirin û ji hêla Rêveberiya Xweser û saziyên wê ve werin şopandin, divê bername û siyasetên şêwrê li hember ferd û aliyên paqijî û şêwrê wer danîn.

Li ser krîza avê piştî du rojên ji komxebatê ku bi nêrîn û pêşniyarên li ser çareyan derbas bûye, encamnameyên Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin belgekirin.

(bx – fr)

ANHA