Gerînendetiya Ekolojiyê ya Firatê banga parastina ekolojiyê kir

Gerînendetiya Ekolojiyê ya Herêma Firatê bang li şêniyan kir ku deverên şînatiyê biparêzin û daran qut nekin.

Gerînendetiya Ekolojiyê ya Firatê banga parastina ekolojiyê kir
29 îlon, 2021   07:19
KOBANÊ – NÎHAD KERHO

Gerînendetiya Ekolojiyê ya Herêma Firatê di sala 2020`an de hate avakirin. Xebatê wê çandina daran, avdan û lênerîna wan, avakirina şitilgehan e.

Ji girîngtirîn daristanên ku gerînendetiyê li kantonê ava kirine, daristana 4'ê Nîsanê li gundê Til Xezal, daristana Hêvî li gundê Xorxorî û daristana Şehîd Fîras Efrîn li navçeya Şêranê.

Xebatkarên di gerînendetiya  ekolojiyê de, ji ber ku şênî guh nadin daristanan gazincan dikin. Her demekê daristan têne şewitandin, qirêjkirin û dar tên birîn.

Yek ji xebatkarên şitilgeha Miştenûr Fewaz Ehmed bang li şêniyan kir ku berpirsiyariya xwe derbarê darên ku di hundirê bajêr de diçînin rake û wiha axivî: "Em daran ji bo we û zarokên xwe diçînin. Divê mirov hevrêyê ekolojiyê be ne dijminê wê be. Em ji qutkirina daran matmayî dimînin. Ne tenê ev, lê belê şewatên di daristanên ku pêwîstiya me pê heye de, çêdikin."

PROJEYÊN PÊŞEROJÊ YÊN GERÎNENDETIYA EKOLOJIYÊ YA HERÊMA FIRATÊ

Gerînendetiya Ekolojiyê ya Herêma Firatê plan dike ku gelek projeyan di pêşeroja nêz de pêk bîne ji wan, lêkirina derdora daristana Kobanê da ku wê ji şewat û qutkirinê biparêze, çandina zêdetirî hezar û 500 darî tê de, jinûve çandina daran di daristanên ku di demên berê de hatibûn çandin, çandina zêdetirî 2 hezar dar li derdora çemê Firatê û firehkirina şitilgehan.

Gerînendetiyê plan dikir ku projeya jinûve bikaranîna çopê li gundê Til Hacib veke da ku gund û gundên derdor ji bêhnên xirab ku nexweşiyan çêdikin biparêze, lê ev proje hate sekinandin ji bo ku bûdçeya pêwîst tune ye.

Gerînendetiya Ekolojiyê hewl dide klînîka veterîneriyê (beyterî) veke da ku li lawirên bêxwedî binêre û yên nexweş ji wan derman bike. Gerînendete Her wiha hewl dide beşa zabîteya ekolojîk veke da ku her kesê ku daran qut bike yan jî şewatan di daristanan de çêbike, ceza bike.

Gerînende di avdana darên daristanan de astengiyan dikişîne, ji ber ku li gel şaredariyê sarîcên pêwîst ji bo avdanê tune ne. Di encamê de gelek dar hişk bûn.

Hevseroka Gerînendetiya Ekolojiyê ya Herêma Firatê Emîne Weyso têkildarî mijarê wiha axivî: "Ji zehmetiyên ku rastî gerînendetiyê tên, kêmbûna avdana daran. Ev jî ji ber ku sarîcên pêwîst li gel şaredariyê tune ne, nexasim di demsala havînê de ku piraniya sarîcan di qîrkirina rêyan de dixebitin. Ya din kêmbûna avê ye ku bandoreke neyênî li avdanê dike. Ji ber wê jî em li gorî derfetên şaredariyê û derfeta avdanê daran diçînin."

Emîne Weyso di axaftina xwe de bang li şêniyan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî :"Zarokên xwe hişyar bikin ku zirarê negihînin daran, ji ber ku dar bingeha sereke ya parastina paqijiya ekolojiyê ne. Gerînendete di nava rojên pêş de dê bi hemû hêza xwe bixebite da ku parastina paqijiya ekolojiyê bike."

(bx)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/P4k0gKJ7NIo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>