'Serkeftina namzetê PADÊ'ê bersiva herî xurt a peymana 9'ê Cotmehê ye'

Şêniyên navçeya Xanesorê ya Şengalê diyar kirin serkeftina namzetê PADÊ'ê bersiva herî xurt li hemberî peymana 9'ê Cotmeha 2020'an e û gotin: "Pêwîstiya Şengalê bi kesên ku dikarin wê ava bikin, heye. Divê em dengê xwe bidin kesên ku dê mafên me misoger bikin."

'Serkeftina namzetê PADÊ'ê bersiva herî xurt a peymana 9'ê Cotmehê ye'
'Serkeftina namzetê PADÊ'ê bersiva herî xurt a peymana 9'ê Cotmehê ye'
'Serkeftina namzetê PADÊ'ê bersiva herî xurt a peymana 9'ê Cotmehê ye'
'Serkeftina namzetê PADÊ'ê bersiva herî xurt a peymana 9'ê Cotmehê ye'
'Serkeftina namzetê PADÊ'ê bersiva herî xurt a peymana 9'ê Cotmehê ye'
'Serkeftina namzetê PADÊ'ê bersiva herî xurt a peymana 9'ê Cotmehê ye'
29 îlon, 2021   06:11
ŞENGAL

10'ê Cotmeha bê hilbijartinên parlemantoya Iraqê li dar dikevin. Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) bi rêya namzetê xwe Şêx Semîr Derwêş tev li hilbjartinan bûye.

PADÊ'yê, partiya siyasî ya yekemîn a êzidiyan e ku destûr ji Wezareta Hundirîn a Iraqê girtiye û mafê wê heye ku nûnertiya êzidiyên li Iraqê bike.

Şêniyên navçeya Xanesorê ya Şengalê piştgirî dan namzetê PADÊ û destnîşan kir ku divê pêşerojeke baştir ji bo Şengal û xelkê wê were avakirin.

'BERSIVA HERÎ XURT A LI HEMBERÎ PEYMANA 9'Ê COTMEHÊ, PIŞTGIRIYA NÛNERÊN ÊZIDIYAN E'

Berekat Osman piştgiriya xwe ji bo namzetê PADÊ re nîşan da û got: "Bersiva herî xurt li hemberî peymana 9'ê Cotmehê ew ku em biçin ser sendoqên dengdanê û dengê xwe bidin kesê ku nûnertiya êzidiyan dikin. Ji bo ku pêşerojeke baştir ji Şengalê re were avakirin û civaka êzidî bi xwe çarenûsa xwe diyar bike, em dengê xwe bidin."

Hikumeta navendî ya Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 9'ê Cotmeha 2020'an peymaneke derbarê rewşa Şengalê de îmze kir bêyî ku  nêrîna şêniyên Şengalê bigirin.

'YÊN KU DENGÊ XWE BIDIN, BILA SERPÊHATIYA ŞENGAL Û QÊRÎNA JINAN JI BÎR NEKIN'

Osman anî ziman ku yên ku dengê xwe bide bila serpêhatiya Şengalê, qêrîna jinên êzidî, giriyên dayikên ku zarokên xwe winda kirine û gorên komî yên çeteyên DAIŞ'ê li seranserî Şengalê çêkirine, ji bîr nekin.

'SERKETINA ŞÊX SEMÎER WÊ VÎNA ME YA SERBIXWE DI PARLEMENTOYÊ DE PÊK BÎNE'

Elî Hamid jî diyar kir namzetê PADÊ nûnertiya dengê her êzidiyekî ku hewl dide xizmeta civaka xwe bide, dike û got: "Em di wê baweriyê de ne ku serketina Şêx Semîr dê vîna me ya serbixwe di parlemetoya Iraqê de pêk bîne."

Hamid her wiha bang li êzidiyên li Iraqê kir ku dengê xwe bidin kesên ku dê xizmeta wan bikin.

Xatûn Hesen jî bi bîr xist ku piştî fermana dawî êzidiyan xwe bi rêxistin kir, hêzên xwe yên ewlehî û leşkerî ava kirin, dem hatiye ku nûnertiya wan di parlementoyê de hebe da ku mafên wan misoger bike.

Xatûn Hesen got: "Îro pêwîstiya Şengalê bi kesên ku wê ava bikin, heye. Divê em piştgiriyê bidin kesên ku hewl didin jiyanê ji nû ve ava bikin û pêş bixin."

'BERSIVA HERÎ XURT A LI HEMBERÎ ÊRIŞAN EM DENGÊ XWE BIDIN PADÊ'

Celal Şemo jî piştgiriya xwe bi şêx Semîr Derwêş re anî ziman û got: "Bersiva herî xurt li hemberî êrişan û wêraniya li Şengalê ye, ew e ku em dengê xwe bidin PADÊ. Divê em hevgirtî bikin û ji bo pêkanîna edaletê ji qurbaniyên 74 fermana bixebitin."

Celal Hevend jî îşaret pê kir ku malbata Şêx Semîr di dîroka xwe de li hemberî dijminên êzidiyan sekinî û serî hilda, ji bo parastina êzidiyan ji komkujyan şer kir.

Hevend got: "Em piştrast in ku dê Şêx Semîr têkoşîna xwe ya ji bo êzidxanê berdewam bike."

ANHA