Meclisa Leşkerî ya Minbicê nasnameya şehîdekî eşkere kir

Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek da û tê de nasnameya şehîdekî eşkere kir.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê nasnameya şehîdekî eşkere kir
28 îlon, 2021   12:31
MINBIC

Meclisê di daxuyaniya xwe de got: “Şehîd Ramî Bedir El-Xelef ji şêniyên Minbicê ye û di 08.12.2020`an de tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê bû û di Lîwaya Şehîd Botan Tirkmen ya Foca Şehîd Egîd de cih girt. Şehîd Ramî bi di nava hevalên xwe de bi wefadarî û duristbûnê dihat naskirin.

Em sersaxî ji malbata wî û hemû malbat û dayikên şehîdan re dixwazin. Em soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê didin.”

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Ramî Bedir El-Xelef

Navê dayikê: Hena

Navê bav: Bedir

Cih û dîroka jidayikbûnê: Xirbet El-Fûs, 08.01.2000

Dîroka tevlêbûnê: 08.12.2020

Dîroka şehadetê: 27.09.2021

(şx)

ANHA