Di Komxebata Navneteweyî ya Avê de pêşangeha wêneyan hat vekirin

Ji bo şîrovekirina rewşa bajarê Hesekê û bandorên qutkirina avê ji aliyê delweta Tirk a dagirker ve, di Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêşangeha wêneyan hate vekirin.

Di Komxebata Navneteweyî ya Avê de pêşangeha wêneyan hat vekirin
28 îlon, 2021   11:51
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Duh sibehê ji bo nîqaşkirina rewşa avê li herêmê û bikaranîna wê ji aliyê dewleta Tirk ve wek çekekê li dijî Rêveberiya Xweser û projeya wê ya demokratîk, Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir.

Armanc ji komxebatê ew e ku balê bikişîne ser rêgez, pîvan û peymanên navneteweyî yên der barê avê de, her wiha ji bo balê bikişîne ser siyaseta herêmî û bikaranîna avê di nakokiyên siyasî û aborî de û ji bo nîqaşkirina xetere û astengiyên li pêş ewlehiya avê û pêkanîna pêşketina domdar.

Ji bo nîşandana binpêkirin û sûcên dewleta Tirk a dagirker, li hola komxebatê pêşangehek hat vekirin. Di pêşangehê de 20 tabloyên ku bandorên neyînî yên qutkirina avê û azarên ku şêniyên Hesekê ji ber dikişînin, hatin pêşandan.

Hevserokê Komeleya Wênekêşiyê Ehmed Mardinlî diyar kir ku pêşangeh 3 aliyên bingehîn nîşan dide, ew jî wiha ne; azarên şêniyên ji bo peydakirina ava vexwarinê, zirarên ku digihîne xwezaya herêma Firatê û bandora kêmbûna avê li ser ajalan û xwezayê bi giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AbHNEoWd-TE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>