ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-09-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-09-2021
27 îlon, 2021   23:00

-Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja duyemîn de li navenda çandê ya Serdemê ya bajarê Hesekê berdewam dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbata gerîla Zinarîn Welat a di êrişa bi çekên kîmyewî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû got, divê dewleta Tirk a dagirker li ser sûc û bikaranîna çekên qedexekirî were cezakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji dema ku dewleta Tirk şerê avê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye destpêkirin ve nîşaneyên rûdana karesateke mirovî derdikevin pêş. Lê li hemberî vê yekê civata navneteweyî bê deng e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Ahmet Turk diyar kir ku dema bibêjin pirsgirêk Kurd tune ye, pirsgirêk ji holê ranabe û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd derveyî HDP’ê jî aktor hene û got "Helbet Serok û PKK jî muxatab in." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Di demên dawîn de pêkhateya çete ya bi navê ENKS li dijî ciwanên Rojava, Rêveberiya Xweser û PYD'ê dest bi hemleyeke êrişan kiriye. 

DOSYA

- Lêkolînerê sûrî Ehmed Durzî dibêje ku penaberên Sûriyê bûne amûreke şerê herêmî û her aliyek wan ji bo destkeftiyên xwe yên siyasî bi kar tîne. Durzî got, dibe ku nîjadperestiya li dijî penaberan zêdetir bibe û dema bê kembaxtir be.

-Di nava çend rojên pêş de dê serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bicivin. Ev jî digel pêşdeçûnên Rûsyayê yên meydanî li Idlibê li beramber nakokiya Tirkiyê ya eşkere di têkiliya bi Moskovê de pêk tê. Gelo dê encamên surpirîz ji vê civînê derkevin?

JIN

-Dengê Star FM ku bernameyên taybet bi jinan diweşîne, amadekariyan dike ku qada weşangeriya xwe fireh bike ku herêmên û navçeyên din ên herêma Cizîrê bigire nav xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Dewleta Tirk bi hemû rêbazan şerê gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Şerê taybet ku di serî de ciwanan hedef digire bûye stratejiya nû – kevan a dewleta Tirk ku bi rêya civakê hilweşîne û armancên xwe li herêmê pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA