Cîhan li hemberî şerê avê ku dibe sedema karesateke mirovî bêdeng e

Ji dema ku dewleta Tirk şerê avê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye destpêkirin ve nîşaneyên rûdana karesateke mirovî derdikevin pêş. Lê li hemberî vê yekê civata navneteweyî bê deng e.

Cîhan li hemberî şerê avê ku dibe sedema karesateke mirovî bêdeng e
28 îlon, 2021   03:08
KOBANÊ – MEYSA EKARÎ

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan şerê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, bi rêya wekîlan dest pê kir, paşê rasterast bi xwe mudaxele kir, niha jî şêwazê şerekî taybet dimeşîne.

Ji şêwazên şerê taybet ku dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne, qutkirina ava çemê Firatê ye. Li gorî gelek şîrovekarên siyasî, dewleta Tirk avê wekî çekekê li dijî şêniyên herêmê bi kar tîne.

Ji 27'ê Çileya borî ve, dewleta Tirk para Sûriyê ji ava Firatê didize, di saniyekê de kêmtirî 200 metrekab dide. Li gorî peymana ku dewleta Tirk û Sûriyê sala 1987'an îmze kiriyee, divê Tirkiyê di saniyekê de 500 metrekab avê bide Sûriyê.

Kêmbûna asta ava Firatê bandorên neyênî li rewşa kehrebê, qada çandinî û sewaldariyê kir, her wiha bû sedema ku ava vexwarinê bi zehmetî were peydakirin û belavbûna nexweşiyan ku ji ber qirêjbûna avê çêdibin.

/kr/uploads/files/2021/09/27/192447_-.webp

Endamê rêvber ê bendava Tişrînê endezyar Hemûd El-Hemadîn ji ajansa me re diyar kir ku dewleta Tirk niha di saniyekê de ji zêdetirî 182 metrekab av nade Sûriyê.

Li gorî pîvana Meera ya asta deryayê ya bendavê ku kapasîteya golê ya 1,9 milyar metrekab e, asta avê li bendava Tişrînê daketiye zêdeyî 4,5 metreyî.

Li gorî berpirsên bendavê,  asta xwezayî ya bendava Tişrînê 325,50 ye, lê asta heyî 320,70 ye ku asta herî kêm e û bi tenê 70 santîmetre maye ku bendav ji xebatê derkeve.

Her wiha asta xwezayî ya ava bendava Firatê 304 e, asta wê ya herî kêm jî 238 e ku ji asta bendava xwezayî 298.50 anku derdora 6 metreyan kêm bûye, di heman demê de gola bendava Firatê xwedî kapasîteya 14 milyar metrekab e.

Asta gola bendava Firatê bi qasî 6,5 metreyan stûnî an ku ji 2 heta 3 kîlometreyan horîzonî daket.

Bendava Tişrînê ji 182 metrekab rojane 150 metrekab av, ji bo ava vexwarinê û avdan tê bikaranîn, di encamê de hilberîna kehrebê kêm dibe. Li gorî berpirsên bendavê, ava ku ji bendavê derdikeve, biqasî ya ku tê xerçkirin nade.

Di gel germahiya zêde ya mehên dawî, rêjeya hilma avê (buxar) zêde bûye, ku bû sedema kêmbûna avê. Nemaze miqdara hilmê û av vexwarinê  di saniyekê de bi qasî 50 metrekab e.

ZIRAR

Hemûd El-Hemadîn destnîşan kir ku ji ber kêmbûna avê û kêmbûna depoyên avê di golê de, bendavek bi qasî 16 saetan li pey hev tê rawestandin û ev yek jî bû sedem ku hilbirîna kehrebeyê gelekî kêm bibe.

El-Hemadîn da zanîn ku ku dema bendav 16 seatan tê  rawestandin, di 8 saetan de ji 8 torbînan tenê 2 têne xebitandin. Ev yek nikare pêwîstiya herêmê ji kehrebeyê dabîn bike.

Hemûd El-Hemadîn eşkere kir ku ji ber kêmbûna jorîn û jêrîn a çem ew gihaştiye qonaxa pêxistina nebaş, ev yek jî bandoreke mezin li turbînan dike.

El-Hemadîn diyar kir ku her torbînek di asta xwe ya xwezayî de nêzî 105 mîgawat kehrebe çêdike, lê niha di rewşa xwe ya herî baş de di asta kêmbûna avê de tenê 75 mîgawat çêdike, an ku ji sedî 30 ê hilberîna kehrebeyê winda dibe

Di encama kêmbûna asta ava Firatê de saetên dayîna kehrebeyê li herêmê gelekî kêm bûne. Ji ber ku bendav rojane tenê 8 saetan dixebite û ji bo ku bendav bi temamî ji xizmetê dernekeve saetên xebitandinê hatine kêmkirin.

Bendava Tişrînê ji saet 16:00'an heya 02:00'an de kehrebê derdixe, paşê bendava Firatê jî du saetan piştî saet 02:00'an de bi torbînekê kehrebeyê derdixe.

Berpirsên bendavê diyar kir ku heger asta avê roj bi roj kêm bibe dê rewş xirabtir bibe û dê bendav bi temamî ji xizmetê derkeve.

ALOZIYEKE MIROVAHÎ YE

Têkildarî bandorên kêmbûna ava Firatê, Hemûd El-Hemadîn got:" Di encama kêmbûna asta avê de gelek ziyanên mirovî û hawîrdorê derketine, ya yekemîn aloziya peydakirina ava vexwarinê ye, ji ber ku stasyonên pompekirinê hene ku ava vexwarinê rasterast ji çem didin welatiyan û piraniya van pompên avê, ji ber kêmbûna ava çem rawestiyan."

Endezyar Hemûd El-Hemadîn destnîşan kir ku ji ber rawestandina van pompeyan şênî neçar ma ku ava vexwarinê bi rêya sarîcan an jî bi rêya pompên demkî yên di çemê de hatin bicihkirin, peyda bikin.

Her wiha kêmbûna ava Firatê û baranên demsalê hişt ku bîr ziwa bibin û asta avên binerd kêm bibe, dîsa ji ber lêçûnên mezin ên kolandina bîran şênî nikarin bîran bikolin.

Ji ber van sedeman gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye rastî aloziyeke mirovahî ya rasteqîn hat ku ava vexwerinê peyda bikin,  her wiha piranî şêniyan ava vexwerinê dikirin.

Ji wê zêdetir, nexebitandina bendavê ya 16 saetan, bandorê li herikîna çem dike ku kêm dibe. Ji ber vê yekê av qirêj dibe û dibe sedema belavbûna nexweşiyan.

Di encama qirêjbûna ava Firatê de bi hezaran rewşên jehrbûnê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin tomarkirin.

Derbarê zirarên ku gihaştin beşa çandiniyê de endezyar Hemûd El-Hemadîn got: "Kêmbûna ava çemê bandoreke neyênî li beşa çandiniyê kir, her wiha ji ber lêçûnên mezin li ser cotkaran, daketina ava binerd û ziwabûna bîran kêmasî di peydakirina sebzeyan de di mewsima wê de li herêmê derxist."

Ev hemû bandorê li hilbirînên zivistanê kir û nirxê êmê pez buha bû, di encamê de bandor li dewlemendiyên ajalan kir. Ji lew re piranî cotkaran ji ber ku nikarin êm peyda bikin sewalên xwe bi nirxên erzan firotin.

Kêmkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve bandor li masiyan jî kir ku ji ber qirêjiya ava çemê masî kêm bûn.

El-Hemadîn piştrast kir ku ji ber kêmkirina asta ava çemê Firatê  herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye bi karesateke mirovî ya rasteqîn re rû bi rû ne.

Tevî bangên domdar ên li civata navneteweyî ku sûcên dewleta Tirk bi dawî bikin,  lê dewleta Tirk kêmkirina avê didomîne û sûcên dermirovî pêk tîne. Li hemberî vê yekê hêzên navneteweyî û cîhanê bê deng in.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9dvr-OC7VQc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>