Balafirên Rûsya li derdora nuqteyek dewleta Tirk li Idlibê êriş pêk anîn

Balafirên şer ên Rûsyayê li derdorê nuqteyek artêşa Tirk a dagirker li herêma Bare ya başûrê Idlibê, 4 êrişên hewayî pêk anîn.

Balafirên Rûsya li derdora nuqteyek dewleta Tirk li Idlibê êriş pêk anîn
26 îlon, 2021   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), vê sibehê balafirên şer ên Rûsyayê li derdorê nuqteyeke dagirkeriya Tirk li herêma Bare ya çiyayê Zawiyê yê li gundewarê başûrê Idlibê, 4 êriş pêk anîn.

Li gorî SOHR'ê, êriş hemwextî bichbûna hêzên artêşa Tirk a dagirker li ser rêya M4 (Heleb-Lazîqiyê) li nêzî bajarê Erîha heta bajarokê Mihembel ê rojavayî Idlibê, pêk hatin.

(dm)