Cenazeyên du şehîdên QSD'ê li Goristana Şehîdan a Tebqayê hatin veşartin

Saziya Malbatên Şehîdan a Tebqayê, duh cenazeyên du şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk ku di pêngava rizgarkirina Reqayê di sala 2016'an de şehîd bûbûn, birin Goristana Şehîdan.

Cenazeyên du şehîdên QSD'ê li Goristana Şehîdan a Tebqayê hatin veşartin
Cenazeyên du şehîdên QSD'ê li Goristana Şehîdan a Tebqayê hatin veşartin
Cenazeyên du şehîdên QSD'ê li Goristana Şehîdan a Tebqayê hatin veşartin
Cenazeyên du şehîdên QSD'ê li Goristana Şehîdan a Tebqayê hatin veşartin
Cenazeyên du şehîdên QSD'ê li Goristana Şehîdan a Tebqayê hatin veşartin
Cenazeyên du şehîdên QSD'ê li Goristana Şehîdan a Tebqayê hatin veşartin
26 îlon, 2021   09:08
TEBQA

Bi sedan şêniyên Tebqa, nûnerên rêveberiya sivîl, meclisên leşkerî, partiyên siyasî û rûspiyên eşîran cenzayên şehîd Mehmûd Elawî (Zêdan) û Yûnis El-Hemîdî ( Abdîn) ji goristana Cirniyê birin Goristana Şehîdan a Tebqayê.

Li goristanê merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve dest pê kir.

Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Ereb û li ser navê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê, Mehmûd El-Elî axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan careke din hate dûbarekirin.

Her wiha li ser navê Rêveberiya Sivîl a Tebqayê, hevserokê Meclisa Rêvebir Hamid El-Ferc axivî û da zanîn ku qehremaniya şehîdan bi ziman nayê vegotin.

Di dawiya merasîmê de Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Foza El-Mihemed wesîqeya her du şehîdan xwend û radestî malbatên şehîdan kir. Pşitre cenazeyên herdu şehîdan bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin oxirkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Mehmûd Elawî û Yûnis El-Hemîdî di 21’ê Kanûna sala 2016’an de, di hemleya Xezeba Firatê (Pêngava Rizgarkirina Reqayê) de şehîd bûbûn.

(dx)

ANHA