Li Dîfa El-Xerbiyê 5 filistînî ji ailyê artêşa Îsraîlê ve hatin kuştin

Li herêma Cenîn a Dîfa El-Xerbeiyê û herêma Bedo ya bakurê rojavayê Qudsê de, di şerê bi artêşa Îsraîlê re 5 filistînî hatin kuştin û 2 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn.

Li Dîfa El-Xerbiyê 5 filistînî ji ailyê artêşa Îsraîlê ve hatin kuştin
26 îlon, 2021   09:44
XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku artêşa Îsraîlê li Cenîn û Qudsê, 5 filistînî kuştine. Lê belê hinek jî dibêjin 4 kes hatine kuştin.

Çavkaniyên xwecihî jî ragihandin ku di şer de hin sivîl birîndar bûne û hejmareke hatiye binçavkirin.

Çavkaniyên çapemeniyê jî gotin ku 2 leşkerên hêzên taybet ên Îsraîlê birîndar bûne û rewşa wan giran e.

Vê  berbangê artêşa Îsraîlê bi ser herêma Cenîn û Qudsê de girt û ji bo binçavkirina hejmareke endamên tevgera Hemasê û Cîhad El-Îslamî operasyonek da destpêkrin. Di operasyonê de şer derket.

Artêşa Îsraîlê herêmên ku lê şer rû daye bi temamî dorpêç kirin.

li gorî dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê, şaneya ku hatî tesfiyekirin plana pêkanîna çalakiyan li dijî Îsraîlê dikir.

Tevgerên Hemas û Cîhad El-Îslamî bi du daxuyaniyên cuda sersaxî ji malbatên “şehîdên şer” re xwest.

Hemasê di daxuyaniya xwe de got “dê xwîna şehîdan li erdê nemîne” û bangta bilindkirina têkoşînê li dijî Îsraîlê li hemû eniyên şer kir.

(cx)