Li Şehbayê merasîma sersaxiyê ya 4 şehîdan

Şêniyên kantona Şehbayê û koçberên Efrînê sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Îsmaîl re xwestin. Her wiha şehîd Şukrî Serhed, Sait Üçlü û İrfan Güler jî hatin bibîranîn.

Li Şehbayê merasîma sersaxiyê ya 4 şehîdan
25 îlon, 2021   11:51
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê konê sersaxiyê li qada navenda meclisê ya li bajarokê Til Qerah a kantona Şehbayê, vekir.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Îsamîl di pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê de û Şukrî Serhed ji aliyê istixbaratên dewleta Tirk di 17`ê Îlonê de li bajarê Silêmaniyê, Seîd Aclo di 29`ê Adara borî ji nexweşiyê û Erfan Golar di 14`ê Adarê de ji ber nexweşiyê, şehîd bûbûn.

Di bin konê sersaxiyê de wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û wêneyên her çar şehîdan hatine daleqandin.

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan  Hesen Birko di merasîmê de axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan û tevahî şêniyên Efrînê re, xwest.

Hesen Birko wiha dewam kir: "Armanca siyaseta dijmin ku PDK`ê li dijî hêzên gerîla û gelê Kurd birêve dibe ku hebûna gelê Kurd tune bike."

Her wiha ji rêveberên Kongreya Star Emîna Dinkilî jî axivî û behsa siyasetên PDK`ê li Başûrê Kurdistanê û ENKS`ê li Efrînê kir û got, PDK`ê bûye alavek di destê dewleta Tirk de.

Emîna bêdengiya navneteweyî der barê bikaranîna dewleta Tirk ji çekên kîmyewî re li dijî gerîla û sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê pêk tîne, şermezar kir.

Her wiha Hevserokê Meclisa Navçeya Til Rifet Mihemed Henan jî piştrast kir ku şêniyên Efrînê wê berxwedana xwe di malên hilweşandî de dewam bikin.

Paşê wesîqeta şehîd Mihemed Îsmaîl ji aliyê endamê KPC-Demokratîk Avdar Ebdo ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Merasîma sersaxiyê bi dirûşmeyên şehîd namirin û silavkirina Berxwedana Serdemê, bidawî bû.

(bx)

ANHA