Şaredariyên gel projeyên xwe beriya zivistanê bi dawî dikin

Şaredariyên gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyên xebatên xizmetguzariyê wekî vekirina rêyên nû û ronîkirina kolanên sereke yên bajar û navçeyan, didomînin.

Şaredariyên gel projeyên xwe beriya zivistanê bi dawî dikin
25 îlon, 2021   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Minbicê Şaredariya Gel xebatên projeya zîftkirina rêyan berdewam dike ku sala borî dest pê kiribû.

Têkildarî wê, hevserokê Şaredariyê Gel a Minbicê Qasim Ebûd diyar kir ku wan îsal girîngî zêdetir daye projeyên rêyan û piraniya budçeeya îsal ji bo vekirina rêyên bajêr bi dirêjahiya 10 kîlometreyan veqetandine..

Ebûd got: “Me projeyên sererastkirina rêyan û projeyên dirêjkirinê di hinek kolanên sereke de pêk anîn ku sala borî xirabe bûn. Bi taybet rêyên stratejîk mîna navenda bajêr û kolana Ebû Hîlal.”

Ebûd anî ziman ku ji ber demsala zivistanê nêzîk bûye, wan girîngî daye ronîkirina hundirê bajêr û rêyên sereke wekî rêya Heleb, Cerablus, Cizîr û navenda bajêr.

DÊRIK

Li Dêrikê yê girêdayî Qamişloyê jî Şaredariya Gel dest bi sererastkirina rêyan kir ku gundên rojhilat bi yên rojava ve girê didin.

Werşeyên Şaredariya Navendî ya Dêrik bi hevkariya şaredariya Koçerat û Beravê rêyên sereke û şaxî yên Dêrikê sererast kirin.

Serokê Daîreya Fenî ya Şaredariya Gel a Dêrikê Îbrahîm Sado ragihand ku wan ji bo sererastkirina kolanan bi taybet kolanên xirab e hezar metrekab qîr (zîft) diyar kiriye û diyar kir ku şaredariyê bi 165 metrekab qîr têketina bajêr û kolanên şaxî sererast kirin.

Sado diyar kir ku Şîrketa Cûdî derdora 3 hezar metrekab qîr ji Şaredariya Gel a Dêrikê re şandiye da ku kolanên bajêr zîft bike.

Her wiha Gerînendetiya Avê ya Şaredariya Gel a Dêrikê 5 jenerator ji Şîrketa Avako ya avakirinê wergirtin da ku pirsgirêka qutbûna avê çareser bike ku di meha Tebaxê de qut bûbû. Gerînendetiyê 5 jenerator jî sererast kirin.

GIRKÊ LEGÊ

Li Girkê Legê jî Şaredariya Gel dest bi projeya ronîkirina kolana sereke kir. Pergala ronîkirinê ya li kolana sereke ya navçeya Girkê Legê xirab bûbû. Heta niha werşeyên şaredariyê 70 stûnên ronîkirinê sererast kirin.

Şaredariya Gel piştî ku xebatên sererastkirinê bi dawî kirin, bi hevkariya Daîreya Kehrebeyê ya Girkê Legê ji bo peydakirina kehrebeyê 2 veguhêz bi cih kirin.

(dm)

ANHA