Endamên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser derziyên Koronayê li xwe dan

Di çarçoveya hewldanên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna vîrusa Koronayê de, hevserokên desteyê û hemû endamên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Reqayê derziyên Koronayê li xwe dan.

Endamên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser derziyên Koronayê li xwe dan
25 îlon, 2021   10:59
REQA

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku hewldanên wê berdewam in heta ku piraniya şêniyên herêmê derziyan li xwe bidin.

Di vê çarçoveyê de karmendên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derziya yekemîn li xwe dan û dê derziya duyemîn di dema wê ya diyar de anku piştî 2 mehan li xwe bidin.

Daneyên kesên derziyan dibin tên belgekirin û kertek ji wan re tê dayîn da ku karibin derziyê duyemîn bibin.

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê ya Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Mehmûd El-Abdullah ji ajansa me re axivî û got: “Xebatên me di vî warî de berdewam in. Derziyên ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) dane me, em hewl didin ku di radeya yekemîn de bidin kadroya tenduristiyê ji ber ku ew yên herî zêde bi pêketinê re rû bi rû dimînin. ”

El-Ebdullah destnîşan kir ku desteyê ji bo pêşî li belavbûna Koronayê bê girtin, gelek tedbîr girtine di nav de ferzkirina qedexeya derketinê ya beşî û giştî.

Dr.Mehmûd El-Ebdullah bang li şêniyên herêmê kir ku serdana navendên tenduristiyê bikin û derziyan li xwe bidin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Em hêvî dikin ku şêniyên me li hemû herêman girtina tedbîran bi awayekî cidî bigirin dest û maskan bi kar bînin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OPu84xVWhwU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>