Li Mexribê 3 jin ji bo şaredariya bajarên mezin hatin hilbijartin

li Mexribê cara yekemîne ku 3 jin ji bo serokatiya şaredariyên 3 bajarên mezin hatin hilbijartin û ev jî nîşan dide ku Mexrib bi awayekî pratîk gavên nû dihavêje da ku wekheviya di navbera jin û mêran de pêk bîne, taybet piştî ku îxwan têk çûn.

Li Mexribê 3 jin ji bo şaredariya bajarên mezin hatin hilbijartin
25 îlon, 2021   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di hilbijartinên şaredariyan ên li Mexribê de 3 jin wek serokên şaredariyên 3 bajarên mezin; Ribat, Dar El-Beyda û Merakêş hatin hilbijartin.

Di hilbijartinan de namzeta Partiya Kombûna Nîştimanî ya Azadîxwazan Esma Gilalo bi ser ket û bû seroka şaredariya Ribatê paytexta Mexribê.

Beriya 4 rojan di 20'ê Îlonê de namzet heman partiyê Nebîla El-Remîlî (47) hat hilbijartin û bû seroka şaredariya Dar El-Beyda.

Li Merakêş paytexta tûrîzmê ya Mexribê ku hejmara şêniyên wê 1.3 milyon kes e, Fatime El-Zehra El-Mensûrî (45) bi navê Partiya Resen û Hemdem di hilbijartinan de bi ser ket û bû serokê şaredariya bajêr .

 (dm)