​​​​​​​MÎT`ê 3 welatiyên Efrînê revandin

MÎT`a Tirk li ser bendeke kontrolê ya hevbeş bi çeteyan re li xaçerêya gundê Qîbarê yê Efrînê, 2 welatî revandin. Dagirkeran ji hundirê Nexweşxaneya Şemarîn a Ezazê jî welatiyekî din revand.

​​​​​​​MÎT`ê 3 welatiyên Efrînê revandin
24 îlon, 2021   07:42
 ŞEHBA

Çavkaniyên ji hundirê Efrîna dagirkirî ragihand ku îstixbarata dewleta Tirk (MÎT) li ser bendeke kontrolê ya wan û çeteyan li xaçerêya gundê Qîbar ê navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî, 2 welatiyên ji navçeya Şera û Cindirêsê revandin. Li gorî çavkaniyan, welatiyekî din dema ew û hevsera xwe li nexweşxaneyeke rojhilatê bajarê Ezazê yê dagirkirî bûn, hate revandin.

Çavkaniyan da zanîn ku welatiyê bi navê Bîreqdar Mihemed Mistefa (51) ê ji gundê Aşka yê rojava yê navçeya Cindirêsê, dema ji Helebê vedigeriya gundê xwe, ji aliyê MÎT`ê ve hatiye revandin. Çavkaniyan bi bîr xist ku Bîrqdar Mistefa piştî bangewaziyên ENKS`ê vegeriyaye Efrînê. Aqûbeta Bîreqdar heta niha nayê zanîn.

Li aliyekî din, MÎT`ê welatiyê bi navê Xelîl Tahir Mihemed ê ji gundê Qîbarê yê navçeya Şera revand û bir girtîgeha li bajarê Marê yê dagirkirî.

Qaşo “Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê” yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker welatiyê bi navê Hebeş Reşîd Hebeş (26 salî, navê dayikê Emîne) yê ji şêniyên gundê Bedîna yê navçeya Raco, ji hundirê Nexweşxaneya Şemarîn a li rojhilatê bajarê Ezazê yê dagirkirî revand.

Roj bi roj revandina sivîlan bi awayekî yekser ji aliyê MÎT`ê ve li Efrîna dagirkirî zêde dibe, bi taybetî sivîlên ku bi bangewaziya ENKS`ê vedigerin.

(cx)