'Pirsgirêka Kurd di pozîsyona xwe ya heyî de gerdûnî bûye'

Rêber Abdullah Ocalan dibêje "Bi awayê xuya dike, pirsgirêka Kurd wek encama ruhê zarokekî rûmeta wî hatiye şikandin û di nava şert û mercên kêm de çavên xwe vekirine, derketiye holê û ya rastî bi rewşa heyî bi temamî gerdûnî bûye.”

'Pirsgirêka Kurd di pozîsyona xwe ya heyî de gerdûnî bûye'
24 îlon, 2021   04:16
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê "Ez li muxataban digerim" de li ser agirbesta yekalî ya sala 1993'yan û rewşa ku piştî wê derketibû holê dibêje: “Bi rastî jî pirsgirêk ne ew e ku em ê bibin muxatab an na, lê bele li Tirkiyê pirsgirêka nedîtina muxataban heye." Îro dîsa hin derdor vê pirsgirêkê nîqaş dikin.

Gotinên serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) ya Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu yên li ser çareserî û muxatabên pirsgirêka Kurd, bû nsedema nîqaşê. Kiliçdaroglu da xuyakirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwistî bi aliyekî rewa heye û got “Dewlet bi aliyekî nemeşrû re muxatab nabe. Erdogan ev kir. Dewlet kir muxatabê Îmraliyê. Li Îmrali aliyekî meşrû nîn e. Aliyê meşrû kî ye? Em dikarin HDP'ê wek aliyekî meşrû bibînin. Desteka gel heye. Li parlamentoyê ye.Ji ber vê yekê, eger ev pirsgirêk çareser bibe, em dikarin bi aliyekî meşru re çareser bikin.”

Li gel bertekên li dijî daxuyaniyên Kiliçdaroglu îşaret bi muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd rêber Abdullah Ocalan hate kirin. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar daxuyaniyên Kiliçdaroglu bi erênî nirxandin, lê îşaret bi aktoran jî kir.

Pirtûka Kiliçdaroglû ya bi navê " Îmrali ne bedeneke rewa ye " , di pirtûka bi sernavê pirsgirêka Kurd û çareseriya neteweya demokratîk de binê wê xêz dike ku pirsgirêk di sîstemeke demokratîk de çawa tê çareserkirin .

Di pirtûka rêber Abdulah Ocalan a bi navê ‘Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk’ de îşaret pê tê kirin bê ka dê pirsgirêka Kurd di nava pergaleke demokratîk de çawa were çareserkirin.

Me nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji bo xwendevanên xwe berhev kirin:

“Gundê Cibinê pênc kîlometir ji gundê me dûr bû. Ez her roj bi peyatî diçûm dihatim dibistana seretayî ya li gundê Cibinê. Ji bo min pirsgirêka Kurd di wan deman de dest pê kir. Pirsgirêk ji zehmetiyên fizîkî wêdetir çandî bûn. Tirkî zimanekî biyanî û xerîb bû. Di wê demê de cara pêşî dest pê kir, min xwe gelekî piçûk û bêqîmet dît, ji zimanê dayikê Kurdî dûr ketim û min xwe li zimanê xwedî bi îmtiyaz li Tirkî girt. Ez yeqîn dikim ku min dixwest piçûkdîtin û xwepiçûk û bêqîmetdîtina his dikir nîşanî malbata xwe bidim û sûravka vê di serê wan de derxim. Hê jî tê bîra min, xwedîderketina mirîşkê ya li çîçikên wê bala min kişandibû û min ev nîşanî diya xwe dabû. Herhal ev jî ji nakokiya di warê ziman de bû. Kurdîtiya di şexsê malbata min de jî dibû sedem ku ez Kurdîtiyê piçûk û bêqîmet bibînim û ez xwe di nava wê de wisa his bikim. Civaka gelekî nikare bi zimanê xwe binivîsîne û nikare zimanê xwe bi kar bîne heq kiriye piçûk û bê qîmet bê dîtin! Vê diyardeyê bivênevê wê di ruhê min ê zarok de birînên xedar vekirana. Dîsa hê jî tê bîra min, Kurdîtî êdî weke ‘dûvikek’ bi min ve bûbû û wê kêliyeke bi tenê jî ez rehet nehiştama. Jixwe li derdorê jî gotina ‘Kurdê bi dûvik’ êdî dihat bihîstin. Ev ji bo min derba duyemîn bû min dixwar.

Dewlet û civak der barê pirsgirêka Kurd a gelekî berbiçav bûye û derketiye holê de êdî bi heman aktualîteyê li benda çareseriyê ne. Derd cihê xwe dît, niha çareseriyeke têkûz û durist ferz dike. Bi awayê xuya dike, pirsgirêka Kurd weke encama ruhê zarokekî rûmeta wî hatiye şikandin û di nava şert û mercên kêm de çavên xwe vekiriye derketiye holê û ya rastî bi rewşa heyî bi temamî gerdûnî bûye. Pirsgirêk heta di pozîsyona gerdûnî de be, bivênevê mirov ê di çarçoveya gerdûnî de li çareseriyê bigere. Ji bo vê jî divê mirov xwedî zêhniyeteke gerdûnî be. Fîlozofê Elman ê mezin F. Hegel ku hê kes jê nebihuriye, di serê salên 1800’î de ber bi felsefeya gerdûnîbûnê ve çû û ev ne xweber bû, ev yek ji nêz ve bi şertên demê re têkildar bû.

Di warê giranbûna pirsgirêka Kurd de belavbûna dused salên dawî ya hegemonya kapîtalîst li Rojhilata Navîn bi roleke diyarker radibe. Mirov heta berjewendiyên sîstemîk ên modernîteya kapîtalîst ji hev dernexe, nikare li vê pirsgirêka girankirî ya gihiştiye heta bi qirkirina çandî, serwext bibe. Çawa ku em di mînaka qirkirina Ermeniyan de jî dibînin, ev rewş dibe ku fena mirov avê li bêjingê bike yan jî avê bikole, tewş û pûç be. Nexasim mirov heta têgînbûna Faşîzma Tirkê Spî ji her alî ve terîf neke, dibe ku mirov ne têgîna komara li Tirkiyê ne jî ya demokrasiyê fêhm bike. Kengî mirov têgîna Faşîzma Tirkê Spî rave bike, mirov hingê dikare têgînên darbeya eskerî û wesayeta wê yê bi hemû giraniya xwe di rojevê de ne û têgînên her cure rejîmên antî-demokratîk û civaka şîddetê baş fêhm bike. Nexasim analîzkirina milliyetgiriya şoven a zêde û sexte ya di bin vê têgînê de û têkiliya wê ya sîxurî û sazîbûnê bi hêzên hegemonîk re di asta kilîta mijarê de ye. Eger ev têgîn rast were terîfkirin, mirov ê karibe li qirkirinên li Anatolya û Mezopotamyayê rast serwext bibe. Herweha ev Faşîzma Tirkê Spî li pêşiya demokratîkbûna Komarê asteng û kelema bingehîn e.

Mirov dikare bibêje, faktora herî sereke di giranbûna pirsgirêka Kurd de, ne neteweya Kurd weke diyardeyeke navxweyî û analîzkirina rast a têkiliya dewleta netewe ye, ne jî rast serwextbûna li statuya hebûna neteweyî ya Kurd weke diyardeyeke derve li hemberî diyardeya dewleta netewe ye. Mirov çareseriyeke dewletparêz û milliyetgir weke prensîbeke bivênevê bibîne û di asta nexweşiyekê de têde asê bimîne, hingê ev yek faktora sereke ye ku di kûrbûna çaresernebûnê de bi bandor e. Lê ya rastî, mînaka xweseriyê ya di dîroka Rojhilata  Navîn de gelekî pêk hatiye û di roja me ya îro de nexasim jî tevnên federalîst ên demokratîk ên welatên Ewrûpayê di nava xwe de pêkanîne, tevî rastiya muhafezekar a dewleta netewe jî ji bo pirsgirêka Kurd pakêteke dewlemend a çareseriyê pêşkêş dikin. Rast danasîna têgînên xweseriya demokratîk û siyaseta demokratîk di asta kilîtê de girîng in, ji ber ku ji bo çareseriyê di asta bivênevê de girîng in. Di serdema modernîteya kapîtalîst a dawiyê de ferzkirina nêzîkatiyên dewleta netewe yên ji derve û hundir ve wê ji bilî ku bibe dubarekirina çaresernebûna di pirsgirêka Filistîn-Îsraîlê de û heta weke mînakeke nêzîktir weke di federalîzma dewleta neteweya ya Iraqê de ji kûrkirina çaresernekirinê û wêde rê li ber ti encamên din veneke.

Di dîroka PKKê de gelekî girîng e ku têra xwe li pirsgirêka Kurd serwext bûye û ji nêzîkatiyên dewleta netewe bihurî ye, lê bi qasî vê ya girîng ew e, divê tevahiya hêzên siyasî û dewletên Rojhilata Navîn fêhm bikin ku PKK veguheriye avahiyeke çareserkertir. Bi gotina ‘terorîst’ etîketkirin bi zêdeyî dibe sedema xetimîna çareseriyê û ev gotin zirarê dide xwediyên xwe jî. Modela xweseriya demokratîk a PKK dixwaze bi KCKê berbiçav bike, ne bi tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û Kurdan, ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakên Ereb, Tirk, Îran, Efganistan, Qafqasya û komên din hemûyan ên xwedî heman pirsgirêkan jî modela çareseriyê ye û bi girîngiya manûnemanê radibe.

PIRSGIRÊKA HEBÛNÊ YA KURDAN E

Mirov pirsgirêka Kurd piştî salên 1970’î weke pirsgirêka azadiyê binirxîne ji aliyekî ve rast be jî, ji aliyê din ve kêmasiyeke girîng bi xwe re tîne. Ew jî pirsgirêka Kurd a hebûnê ye, ango pirsgirêka Kurd a ontolojîk e. Jixwe rastiyeke hebûna wê bi îmhayê re rûbirû be, pirsgirêka wê ya pêşî azadî nîne, berê pêşî divê hebûna xwe biparêze û ev yek çiqasî pêkan be, ew û azadî wê di zikhev de pêk bên. Tişta nebe azadiya xwe jî nabe ango tişta hebûna wê tinebe azadiya wê jî nabe. Azadî bi tenê bi hebûnê mumkîn dibe. Xweseriya rastiya neteweya Kurd a hemdem di vê nuqteyê de ye. Dîsa ji qirkirinên Ermenî û Cihû yên di demên nêz de qewimîn cudatir (di van qirkirinan de îmhaya fizîkî li pêş e) di qirkirina Kurd de qirkirina çandî (di zêhn de dev ji xwebûnê berdan) li pêştir e. Komeke çandê ya dev ji xwebûnê berdayî, çi fizîkî çi zêhnî pêk hatibe, yan ketiye ber çerxa qirkirinê yan jî pêvajoya wê ya qirkirinê temam bûye. Kurd kirine çar parçe û li ser hebûna her parçeyî bi sedema kirinên cuda yên tesfiyeyê pêvajo (qirkirin) bi awayekî cihê meşiyaye û her parçeyî di asteke cuda de para xwe ji qirkirinê girtiye. Ji ber karekterê qirkirina li ser tê meşandin ev pêvajo hê jî dewam dike.

HEGEMONYAYA AKP'Ê SERÎ LI TAKTÎKÊN CUDATIR DIDE

Hegemonya AKP’ê pêkanînên taktîk ên bêhtir cuda dimeşîne û ev bi stratejiya hevpar re a ku armanca wê tesfiyekirina hebûna Kurd û Tevgera Azadiyê ye, li hev dike û ji bo vê stratejiyê bi awayekî bêhtir afirîner pêk bîne, ev dibin manewrayên taktîk. Mînak R. Tayyip Erdogan di sala 2005’an de li Amedê pêşî got “Pirsgirêka Kurd pirsgirêka me ye” û bi vê gotina xwe beşekî girîng a desteka gelê Kurd kişand cem xwe û paşê di sala 2006’an de Qanûna Ceza ya Tirk bi xasûkî derxist; jin û zarok jî xistin çarçoveya vê qanûnê û di tevahiya demên Komarê de qanûna herî zêde antî-Kurd ev qanûn e. Ji ber vê stratejiyê, cara pêşî bi awayekî zêde zarok û gede hatin girtin, operasyonên KCK’ê destpêkirin û êrîşên hewayî pêk hatin. Dîsa ji nêz ve bi vê stratejiya nû re têkildar, her cure şerê psîkolojîk, sermayeyeke Kurd a hevkar hem li Bakur û hem jî li Başûr li bajarên girîng weke navendeke balkêş hewl dan pêk bînin û saziyên rêxistinên civaka sivîl ên Kurdî yên sexte ava kirin. Divê mirov medya Kurd a hevkar jî weke amûrên şerê psîkolojîk li vê zêde bike.

AKP’ê li derve bi sermayeya global re têkiliyên xwe germ û xweş pêşde birin, li hundir jî bi giştî rojeva demokratîkbûnê bi taybetî çareseriya pirsgirêka Kurd timî di rojevê de dihêle, li şuna çareserkirinê dikeve pozîsyonekê ku mîna wê çareser bike tevdigere û li dijî navendên hegemonîk ango hinekî artêş, dadgerî, CHP, MHP û rêxistinên çepgir ên bi wan ve girêdayî, vê rewşa asêmayî ya nehatiye çareserkirin dike amûrê propagandayê û bi vî awayî mezinbûna xwe dewam kir. Çawa ku di salên pêşî yên Komarê de ji bo avakirina hegemonîk hêza motor a derve Ingilîstan û nexasim DYA bû, di avakirina desthilatdariya nû ya hegemonîk de jî dîsa heman hêz li ser kar in.

Dema ku mirov hûrûkûr li ser pirsgirêka Kurd radiwestiya, mirov didît ku nirxandinên weke pirsgirêk û çareseriya wê dihatin pêşkêşkirin bi xwe bi pirsgirêk bûn. Di bingehê pirsgirêka Kurd de hêmanên modernîteya kapîtalîst bi xwe hebûn. Ji lewra mirov xwe bisiparta van hêmanan û analîz bikirana û li gorî wan çareseriya pratîk bianiya wê ji xwexapandinê bêhtir bi kêra tiştekî nehatana. Bi awayekî gerdûnî di vî alî de diyalektîkên pirsgirêk-çareseriyê li pêş çavan hebûn û di encamê de van hemûyan krîza kapîtal fînansa global a her diçû kûr dibû û neçareseriya wê piştrast dikirin. Li Rojhilata Navîn dewletên netewe yên modernîteyê rê li ber wan vekiribûn pirsgirêkên wan ber bi roja me ya îro bi herêmeke tam kaotîk û civakeke bi krîz bi encam bû. Îdeolojiyên dewletdarî û milliyetgirî û hewldanên ji bo bi sazîkirina wan ji Efganistanê heta bi Lubnanê, ji Çeçenistanê heta bi Yemenê li gelek welatan naverast kir gola xwînê. Dewleta netewe ya Iraqa Sunnî ku di navika van herdu xetan de cih digire, bi rewşa xwe ya berbiçav mîna ku bi belgefilmekî trajîk têkçûna şaristaniya rêûresmê û şaristaniya kapîtalîzmê bilîze weke rastiyeke berbiçav a xwînrij û bi êş nîşan da.

Hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di nava şert û mercên sosyalîzma Tirkiyê de tercîheke rast bû. Di derketina holê ya PKK’ê de mirov nikare rola tevgera sosyalîst a Tirkiyê paşguh bike. Eger Tevgera Sosyalîst a Tirkiyê curretî şer nekiribûya, mirov nikare îdea bike ku wê PKK’ê bi tena serê xwe curretî şerê şoreşgerî bikirana, ev îdea bi tenê qîmeteke xwe ya ferazî heye. Ev tê wê maneyê ku pêşengên şoreşgerî yên gel ên çarenûsa wan li bin banê heman dewletê hatiye hûnandin li gorî xwezaya wan a civakî ye ku beriya her tiştî di nava xwe de hev bigirin û di çarçoveya vê hevgirtinê de tev bigerin.

PIRSGIRÊKA KURD BÊ ÇARESERÎ DIHÊLIN KU EV YEK JI BO WAN GIRÎNG E

Bi kurtî, dixwazin biryara 1920’an hê jî li ser hukim bihêlin. Ji bo Rojhilata Navîn û Tirkiya ji bo wan gelekî girîng di kontrola xwe de bigirin,  bêçareserîhiştina pirsgirêka Kurd ji bo wan bi roleke heyatî radibe. Eger mirov nêzîkatiyên gelek hêzên derve û hundir ji bo Kurdan û PKK’ê di çarçoveya van parametreyan de binirxîne, mirov ê karibe baştir pêşiya xwe bibîne. Sala 1998’an diviyabû ji bo min bi rastî bibûya qonaxeke nû. Min di analîzên xwe de jî gelekî behsa vê rewşa her xwe dugêsinî dikir kiribû; ya rastî, şerê gerîlla li sêbereya Gladîo-JITEM-Hîzbûllah aliqî bû û ji bo em li dora singê xwe nezîviriyana, diviyabû em ji nava pencê vê sêbereyê derketana, naxwe me nikarîbû şer derxista asteke jortir. Di vê mijarê de kêmasiyên hundir hê jî diyarker bûn. Eger çareseriya siyasî û aştiyane nebûya, bi tenê riyek dima, ew jî şerê gel ê şoreşgerî bû ku diviyabû me derxista asteke jortir, naxwe ne rast bû ku em li riyeke din bifikiriyana.

PARÇEYEK NIKARE BI TENA SERÊ XWE ÇARESERIYÊ PÊK BÎNE

Çareseriya pirsgirêka Kurd yekpare ye. Ti parçe bi serê xwe nikare gav biavêje çareseriyê. Parçeyê herî mezin ê Kurdistanê parçeyê Kurdistana Tirkiyê ye û heta pirsgirêka vî parçeyî neyê çareserkirin, gelekî zehmet e ku pirsgirêk li parçeyên din bikeve ser riya çareseriyê. Wekî din, nuqteyeke din a balê dikişîne ew e, çareseriya pirsgirêka Kurd bi hêzên hegemonîk ên kapîtalîst kilît bûye; bêyî wan, bi awayekî berjewendiyên wan neyên dîtin çareseriyeke bi hêsanî pêk nayê. Çareseriyeke bêje em ê bêyî wan çareser bikin, hingê divê berdêlên gelekî giran li ber çavan bigirin.

Bi parêznameyên li Îmraliyê, bi awayekî bingehîn min xwest vê girêka kor a Kurd ji hev derxim. Ya rast jî ev bû. Têra xwe eşkere bibû ku ez heta tariyên di rastiya Kurd de rohnî nekim wê rastiya parêznameyên min jî ti tiştî îfade nekin. Piştî ku her tişt ji bo aştî û çareseriyê hatin ceribandin, dor hatibû sedemên dîrokî û civakî yên tarî pêkanîbûn. Diviyabû îcar ew ji hev bihatana derxistin. Li dadgehê min bi awayekî kurt cara pêşî xwe parast û ev ji bo aştiyê bangeke dilnizm bû. Duyemîn parêznameya mezin di wê astê de bû ku karîbû girêka kor ji hev derxe.

Ev pîlanê ku AKP’ê belkî jî cara pêşî bi beşekî girîng ê artêşê re hewl da pêk bîne, ji destpêkê ve diyar bû ku wê neçe serî û pûç bibe. Lê AKP ji bo li desthilatdariyê baş rûnê, yekser nebe jî bi desteka artêşê texsîr nekir ku vî pîlanî bi kar bîne. AKP’ê ev çiqasî ceriband û pozîsyona xwe ya li desthilatdariyê bi hêz kir, tevî ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ti amadekariyeke wê ya ciddî û durist bi awayekî teorîk û pratîk tinebû û herweha ti hewldan û baweriya wê tinebû, mîna dinya nedîtî û çilekekî çavbirçî gotinên ‘pêşîlêvekirina demokratîk’ fena benîştekî her di devê xwe de cût. Hesabekî karê yê navend desthilatdarî û roj bi roj mewzûbehs bû. Di vê çarçoveyê de pirsgirêka Kurd bêhtir tevlîhev bû. Eger li hemberî xwe şensê çareseriyeke aştiyane û demokratîk a manedar û bi rûmet nebîne, vê carê wê bikeve qonaxeke nû. Di vê qonaxê de ‘ji bo hebûna xwe biparêze û bi hêza xwe azadiya xwe pêk bîne’ wê gav biavêje jiyaneke azad û berxwedaneke topyekûn.

DI MIJARA PIRSGIRÊKA KURD DE LI SER DURIYANEKÊ NE

Heye ku hêzên rê li ber AKP’ê vekirin hevgirtina wan ji hev belav bibe û li şûna wan koalîsyoneke nû ya hêzên hundir pêk bê. Ji vî alî ve, bûyerên di nava CHP’ê de balê dikişînin. Ji aliyê pirsgirêka Kurd ve ku Tirkiyê dahf daye vê rewşa bi nakok, dewleta Tirk li serê duriyan e. Tirkiyê yan razî bibe pirgirêka xwe ya Kurd bi awayekî aştiyane, hevgirtî û riya demokratîk a bi kêmanî li Xweseriya Demokratîk vekirî çareser bike ku bi awayekî ev rewş tê wê maneyê di şertên cuda de bi bername û duristî ji nû ve li hevgirtina Rizgariya Neteweyî vedigere. Komara bi komployan ji rê hatî derxistin ji nû ve wê li rejîmeke demokrasî û netewebûyîna demokratîk vegere. Di mijara pirsa Kurd de rejîma Komarê niha di vê demê de bi temamî li serê duriyan e. Yan wê bi li ser riya şerê darbekar-komploger dewam bike yan jî wê bikeve ser riya çareseriya aştiyeke bi rûmet û demokrasiyeke manedar. Hem di nava civakê de, hem jî di nava dewletê de li ser mijara herdu riyan her ku diçe alî bêhtir ji hev cihê dibin. Herçiqasî her ku diçe şensê aştî û demokrasiyê zêde dibe jî meyla darbekar-komloger a binyadeke wê ya xurt di dîrokê de heye bi temamî ji rêbazên şerê taybet û tesfiyekariya topyekûn negeriyaye. Bi qasî li ber hev dana aliyan, serketina têkoşîna Kurdan a bi siyaseta aştî û demokrasiyê bimeşînin jî wê her tiştî diyar bike.”

Çavkanî: Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk, Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk