Artêşa Tirk gundê Dibis ê Eyn Îsayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Dibis ê rojavayê navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran dikin.

Artêşa Tirk gundê Dibis ê Eyn Îsayê topbaran dike
23 îlon, 2021   20:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Dibis ê li rojavayê navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran û bi dijwarî topbaran dikin.

Gundê Dibis îna borî ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatibû topbarankirin, di encamê de 4 sivîl şehîd bûbûn, di nav de zarokê 17 salî hebû, li kêlek wê jî 3 sivîlên din birîndar bûbûn.

(fr)

ANHA