K.K.P: Divê hêz û partiyên Kurd û Iraqê li hember Tirkiyê bisekinin

K.K.P êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li tevahî partî, hêzên neteweyî û demokratî yên Kurdistan û Iraqê kir ku li hember êrişên dewleta Tirk bisekinin.

K.K.P: Divê hêz û partiyên Kurd û Iraqê li hember Tirkiyê bisekinin
23 îlon, 2021   20:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê Komonistî Kurdistan Partî (K.K.P) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji partî û hêzên neteweyî û demokratî yên Kurdistan û cîhanê re:

Gel û neteweyên bindest di oxira pêkanîna mafên xwe yên azadî, edaletî, wekhevî, aştî û demokrasiyê de tê dikoşin, lê rejîmên faşîst ên dagirker û alavên wê bi hemû rêbazên hovane yên qirêj êrişî gelê Kurdistanê yê li herêmên Behdînan, Avaşîn, Metîna, Biradost û hwd ji herêma Başûrê Kurdistanê dikin, her wiha êrişî Eyn Îsa, Şehba, Minbic, Serêkaniyê û Til Temirê yên Rojavayê Kurdistanê dikin. Di encama wan êrişên hovane de bi sedan gund û bajarok wêran bûn û şênî bê cih û war man, li gel wê jî bi sedan şehîd û birîndar çêbûn, mezre, daristan hatin şewitandin, dar hatin qutkirin, pez hatin dizîn, sûcên revandin û siûqastkirina sivîlan hatin kirin.

Em K.K.P di demekê de ku bi tundî van êrişên hovane şermezar dikin, bang li tevahî partî û hêzên neteweyî û demokratî ya Kurdistanê, Iraqê û tevahî xebatkarên aştî û demokrastiyê yên li herêmê û cîhanê dikin ku bi erkên xwe rabin û piştevaniya gelê me bikin, van sûcên dermirovî û derqanûnî şermezar bikin. Dewleta Tirk Di êrişên xwe de çekên kîmyawî, qedexekirî  û çekên NATO’yê li pêş çavên rejîmên kapîtalîst tên bikaranîn û bê deng e, di serî de Amerîka bê deng e."

(fr)

ANHA