Zêdan El-Asî: Xema Tirkiyê ya yekane projeya Rêveberiya Xweser têk bibe

XHevserokê Desteya Erka Xweparastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji zêdekirina êrişên li dijî herêmê ew e ku fitneyê derxe da ku aramiyê têk bibe û projeya Rêveberiya Xweser derbe bike.

Zêdan El-Asî: Xema Tirkiyê ya yekane projeya Rêveberiya Xweser têk bibe
24 îlon, 2021   00:55
REQA-XALID EL-CUMA

Têkildarî mijarê Zêdan El-Asî wiha got: "Zêdekirina êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ne nû ye, ji ber ji destpêka krîza Sûriyê ve hewl dide herêm bê aramî bihêle û ew nezalabûna helwesta civaka navneteweyî û nakokiya di navbera dewletên mezin ên destwerdanê li Sûriyê dikin di serî de Rûsya, Amerîka û Îranê de derfet digire."

El-Asî wiha domand: "Dewleta Tirk hewl dide nezelalbûna helwestên navneteweyî ji doza Sûriyê re li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne û di bin maseyê re di navbera Rûsya û hikumeta Şamê de peymanan îmze dike. Hikumeta Şamê bi hemû rê û rêbazan hewl dide herêmên di salên berê de vegerîne bi taybet Idlib. Xema dewleta Tirk a yekane projeya Rêveberiya Xweser têk bibe, ew hewl dide herêmên dagirkeriya xwe fireh bike û herêmên Rêveberiya Xweser ji hev qut bike da ku lawaz bike û dagir bike."

El-Asî bal kişand ser bêdengiya civaka navneteweyî li beramber êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û diyar kir ku wê li ser pêkanîna komkujiyan erê kiriye.

Li ser vekişîna beşî ya Amerîka ji Sûriyê di demeke berê de û vekişîna ji Efganistanê El-Asî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide ji vê yekê sûdê bigire. El-Asî piştrast kir ku Rêveberiya Xweser tevî hemû astengiyan di xebatên xwe yên rêxistinî û rêvebirinê berdewam e û bazariyê bi bihostekê nake û ev tişt got: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî lez û berçav bi pêşket. Ev jî ji bo dewleta Tirk a dagirker metirsiyeke mezin e, ji lew re êrişên leşkerî yên li dijî herêmê zêde kirin."

El-Asî daxuyand ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bênavber bi armanca herêmê bê aramî bimîne, ew jî rêbazekî şerê taybet ê li dijî gelên herêmê ye ku wan bide koçberkirin, bi taybet çîna ciwanan û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Dewleta Tirk hin caran koçberiyê li pêş şêniyan hêsan dike û di hin caran de jî her kesê sînorê wê derbas bike dikuje. Ev jî siyaseta derbekirina hevgirtina civakî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Hevserokê Desteya Erka Xweparastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî wiha dawî li gotina xwe anî: "Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka krîza Sûriyê ve hewl da şerekî mezhebî li Sûriyê bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava Ereb, Kurd, Misliman, Xiristiyan û etnîkên din de derxîne. Lê belê tiştê bûye berovajî planên wê bû, bi taybet piştî damezirandina Rêveberiya Xweser û beşdariya tevahî pêkhateyên gel di vê rêveberiyê de. Wê yekê jî berdewamkirina Rêveberiya Xweser metisiyeke mezin ji dewleta Tirk re çêkir.”

 (fr)

ANHA