Ciwan Mistefa: Dê tedbîrên qedexeyê hişk bin, divê şênî pabendî perspektîfan bin

Hevserokê Desteya Tendurstiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa banga girtina tedbîrên xwepararastinê û perspektîfên tenduristiyê kir û piştrast kir ku wan tedbîrên hişk ji bo qedexeyê girtine.

Ciwan Mistefa: Dê tedbîrên qedexeyê hişk bin, divê şênî pabendî perspektîfan bin
23 îlon, 2021   12:31
QAMIŞLO -EHMED SEMÎR

Şaneyên Aloziyê ya herêma Cizîrê qedexeya giştî li tevahî herêmên Cizîrê ferz kir. Qedexe dê ji roja şemiyê 25`ê Îlona 2021'an seat 6;00'ê sibehê ve dest pê bike û heta roja înê 1`ê Cotmehê dewam bike.

Ji ber ku hejmara pêketiyên pêla çaremîn a Koronayê zêde bûye, ajansa me bi hevserokê Desteya Tendurstiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa re hevpeyînek çêkir.

HEJMARA PÊKETIYAN SÊQAT ZÊDETIR DIBE

Ciwan Mistefa diyar kir ku ji nîvê meha tebaxê û vir ve rêjeya pêketiyên Koronayê li herêmê zêde bûye û di destpêka meha Îlonê de hejmara pêketiyan sêqat zêdetir dibe, her wiha hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin jî zêde dibe û tenê di rojekê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

NAVENDÊN TENDURISTIYÊ ÊDÎ BI NEXWEŞAN DAGIRTÎ BÛNE

Ciwan Mistefa destnîşan kir ku pêla çaremîn a Koronayê ji pêla sêyemîn cudatir e û leztir belav dibe û zarok jî pê dikevin. Her wiha da zanîn ku navedên tenduristiyê bi pêketiyên vîrusê dagirtî bûne û eger rewş wiha bidome dê karesatek rû bide.

Mistefa got ji bo ku rewş ji bi kontrola wan dernekve divê bi lez tedbîr werin girtin û yek ji wan tedbîran ferzkirina qedexeya giştî li herêma Cizîrê ye û bi taybetî bajarên Dêrik, Qamişlo, Hesekê ku hejmara nexweşan li wir zêde ye.

EGER NE PÊWÎST BE, DIVÊ JI MAL DERNEKEVIN

Ciwan Mistefa piştrast kir ku ê tedbîrên hişik bigirin û ev bang li şêniyan kir: “Eger zêde pêwîstî tune be, hewce nake hûn ji mal dernekevin.”

Têkildarî aliyên ku biryara qedexeyê wan nagire nava xwe, Ciwan Mistefa diyar kir ku kadroyên tenduristiyê, şaredariyên gel, firine û dermanfiroşgeh jî dê bi endamên hindik bê vekirin û li ser nobetan bin. Her wiha dê sûk werin girtin û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê vê erkê bi cih bîne.

KESÊN TEDBÎRAN PÊK NEYNIN, DÊ LI GORÎ QANÛNÊ WERIN CEZAKIRIN

Mistefa teqez kir ku kesên tedbîran û şîretên Desteya Tendurstiyê pêk neynin, dê li gorî qanûnên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bên muhasebekirin. Her wiha bi bîr xist ku ew rê nedin kesî ku jiyana şêniyên bixe xeteriyê.

Ciwan Mistefa eşkere kir ku dergehê Sêmalka dê li hember tevgera bazirganiyê vekirî be, lê belê dê tedbîrên tenduristiyê yên hişk ji bo kesên tên herêmê û ji herêmên derdikevin bên girtin.

DIVÊ ŞÊNÎ BI RÊVEBERIYÊ RE BIBIN ALÎKAR

Ciwan ragihand ku şênî û Rêveberiya Xweser bi hev re karîbûn li hember her sê pêlên Koronayê bisekinin. Her wiha bang li şêniyan kir ku di vê qonaxê de jî bibin alîkar û pabendî şîretan bin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/w1zuT9fCPfU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>