‛Berxwedana li kampan ji jiyana di bin ala ENKS’ê de bi rûmettir e’

Koçberên Efrînê yên li Kampa Berxwedan a Şehbayê dimînin qebûl nakin vegerin Efrînê û di bin serweriya dagirkeriya Tirk de bijîn. Her wiha koçber qebûl nakin bibin koleyên ENKS`ê ya ku hewl didin şêniyan bixapîne da ku vegerin Efrînê.

‛Berxwedana li kampan ji jiyana di bin ala ENKS’ê de bi rûmettir e’
23 îlon, 2021   06:45
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) veşartina rastiya bûyerên li Efrînê didomîne. Bi rêya belavkirina nûçeyên nerast li ser dezgehên çapemeniyê, xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk dike.

ENKS`ê ya di bin sîwana îtîlafê de bi rêya nivîsgehên xwe yên li bajarên Tirkiyê, bajarên dagirkirî û bajarên Başûrê Kurdistanê kar dike û tevahî sûcên dewleta Tirk ên li dijî kurdan înkar dike.

Koçberên Efrînê yên li Kampa Berxwedan a Şehbayê da zanîn ku ew ji kiryarên ENKS`ê yên li dijî Kurdan nerazî ne, ji ber ku bi hemû hêza xwe hewl didin projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan têk bibe.

Koçbera bi navê Hacer Silêman piştrast kir ku kiryara ENKS`ê ji ya çeteyên artêşa nîştimanî û Cebhet El-Nusra ne cuda ye. Xema wan a yekan e qirkirina Kurdan e.

Hacer wiha domand: “Ji bo ku em rûmet û şerefa xwe biparêzin em ji Efrînê derketin. Me jiyana di bin ala dagirkeriyê de qebûl nekir. Heta rizgarkirina Efrînê em ê li ber xwe bidin. Ne dîrok ne jî Kurd wê kiryarên wan ên îxanetê ji bîr nekin.”

Welatiyê ji pêkhateya Ereb Ednan Elî jî bal kişand ser derewên ENKS’ê yên garantî û ewlehiya vegera koçberên Efrînê û wiha got: "Tu garantî li ser ewlehiya şêniyên vedigerin Efrînê tune ne. Bo nimûne Celal kurê mixtarê gundê Dimilya yê girêdayî Raco dema bi îdiayên ENKS’ê hat xapandin û vegerî Efrînê, yekser ji hêla çeteyan ve hat revandin û li beramber serbestdanê çeteyan 9 hezar dolar xwest."

Koçbera bi navê Emîre Qenber jî ji aliyê xwe ve destnîşan kir ku ENKS`ê bi rêya pêkanîna berjewendiyên dagirkeriya Tirk hewl dide koçberan zaîf nîşan bide û wiha domand: “Em xwedî vîn in. Berxwedana di kampan de ji jiyana di bin ala dagirkeriyê û çeteyan de bi rûmettir e.”

Emîne Qenber ev li gotinên xwe zêde kir: "Ji ENKS’ê re şerm e ku dibêje ew partiyekî Kurd e. ji ber tiştên dike dûrî kurdiyatiyê ne. Ji dema damezrandina wê de li dijî berjewendiyên Kurd dixebite."

Emîne Qenber diyar kir ku ên ku li ser xwîna Kurdan bazaran dikin, şênî qebûl nakin ku di bin al û armancên wê de jiyan bikin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê şênî bi îdiayên dewleta Tirk neyên xapandin û ji şerê taybet ku li dijî wan tê kirin haydar bin.

(şx)

ANHA