Li Eyn Îsayê ji berbangê ve êriş didomin; sivîlek şehîd bû û 6 sivîl birîndar bûn

Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundewarên navçeya Eyn Îsayê û li ser M4 de, ji berbangê ve û heta niha sivîlek şehîd bû, 6 sivîl jî birîndar bûn.

Li Eyn Îsayê ji berbangê ve êriş didomin; sivîlek şehîd bû û 6 sivîl birîndar bûn
22 îlon, 2021   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji navçeyê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di saet 04:00`ê berbangê de bi armanca dagirkirinê, êrişî gundê Dibis ê rojavayê Eyn Îsa kir.

Şervanên QSD`ê bersiva êrişan dan û êriş têk birin. Di encama êrişan de sivîlê bi navê Mecîd El-Ewed (35) şehîd bû, 4 sivîl jî birîndar bûn ji wan Zeyneb Mihemed Şerîf (30), Mihemed Şerîf El-Ewed (83) hatin naskirin.

Di saetên sibê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din êrişî heman gundî kir û gund dan ber topan. Di encamê de Terfa Merî El-Naşî birîndar bû. Bi vê yekê hejmara birîndaran li gundê Dibis bû 5 sivîl ji wan du jin in.

TOPBARANA LI SER GUNDÊ XALIDIYÊ, HOŞAN Û RÊYA M4

Li gundewarên rojavayê navçeyê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî gundê Xalidiyê û Hoşan yên rojavayê navçeya Eyn Îsayê û rêya M4 topbaran kir.

TOPBARANA GUDÊ MIELEK Û KAMPA EYN ÎSA

Di heman demê de, artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Mielek, kampa Eyn Îsa û rêya M4 a bakur rojavayê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.

Di encamê de, Sivîlê bi navê Mehmûd Fayiz El-Menfî (20) di encama topbarana li ser rêya M4 birîndar bû.

Nûçegihana me ji navçeyê ragihand ku herêmên ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve têne topbarankirin, bi dehan erebeyên sivîlan ku dixwazin ji navçeya Eyn Îsa li ser rêya M4 ber bi navçeya Til Temirê ve biçin, sekinî ne.

ÊRIŞÊN BERÊ

Tê zanîn ku ji duh di saetên berbangê ve gundê Dibis ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî tê topbarankirin.

Her wiha heman gund roja Înê jî hate topbarankirin û di encama wê de 4 sivîl di nav de zarokekî 17 salî şehîd bûn û 3 kesên din jî birîndar bûn.

(bx)

ANHA