Li bajarokê Til Şihab ê Derayê nêzî 400 kesî rewşa xwe çareser kir

Xebatên lihevkirinê li gelek bajarokên Derayê berdewam in, her wiha li bajarokê Til Şihab derdora 400 kesî rewşa xwe bi hikumeta Şamê re çareser kir û çekên xwe radestî wê kirin.

Li bajarokê Til Şihab ê Derayê nêzî 400 kesî rewşa xwe çareser kir
22 îlon, 2021   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku li Derayê lihevkirin di nava bajarokên Til Şihab ya gundewarên rojavayî Derayê di roja duyem de, didomin. Heta niha herî kêm 400 sivîlên ku ji bo leşkertiya neçarî tên xwestin û çekdarên herêmî, rewşa xwe çareser kirine.

Ji aliyekî din ve jî hêzên hikumeta Şamê li herêma Derayê di nava malan de operasyonên şopandin û çavdêriyê dike.

(dm)