Dayikên Gerîla: Dewleta Tirk xaka Başûr ji bo êrişên li dijî gerîla bi kar tîne

Dayikên Gerîla êrişên dewleta Tirk ên ji xaka Başûrê Kurdistanê li dijî gerîlayan pêk tên, şermezar kirin. Dayikan bang li saziyên navneteweyî û yên mafên mirovan kir ku rê li hovîtiya dewleta Tirk a qirker bigirin.

Dayikên Gerîla: Dewleta Tirk xaka Başûr ji bo êrişên li dijî gerîla bi kar tîne
22 îlon, 2021   09:48
QAMIŞLO

Dayikên Gerîla yên navçeya Amûdê, derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê û gerîlayên HPG`ê daxuyaniyek dan. Daxuyanî li pêşiya navenda Kongreya Star a navçeya Amûdê hat dayîn.

Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Cîhan Hebîb ve hat xwendin. Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

“Di xwezaya civakê de, civak bi pir rengiyê, pir ziman, pir netewe û pir çandan tê avakirin. Miletê Kurd jî yek ji miletê resen û kevnar e li ser vê xakê, gelê Kurd xwedî şaristaniyek pir mezin e li ser vê xakê.

Sîstemên desthildar û şovenîst her dixwazin hêza civakê biçewisînin. Ev 42 salin Tevgera Azadiya Kurdistanê bênavber tekoşîn û berxwedana ji bo doza gelê Kurd dike, li her çar perçeyên welat berxwedaneke bêhempa tê meşandin.

Dewleta Tirk a dagirker bi dijminatî û hovîtiyeke pir mezin li hember gerîlayên HPG`ê şer dide meşandin. Bi dehan êrişan li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û çiyayên Kurdistanê pêk tîne û operasyonên leşkerî dide destpêkirin.

Xaka Başûrê Kurdistanê ji bo operasyonên xwe bi kar tîne û şervana şehîd dixe. Weke malbatên Gerîla em êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li ser çiyayê Kurdistanê û gerîlayên xwe şermezar dikin.

Em bang dewletên navneteweyî, saziyên mafên mirovan û raya giştî dikin ku rê li ber hovîtiya dewleta Tirk bigire û mafê gelê Kurd radestî wan bike.”

(sb/cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7s1vyBwi0ho" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>