Yewnanistan: Divê hêzên biyanî ji Lîbya derkevin û hilbijartin bên lidarxistin

Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nikos Dindias car din piştrast kir ku welatê wî teqeziyê bi derketina hemû hêzên biyanî ji Lîbyayê û lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de, dike.

Yewnanistan: Divê hêzên biyanî ji Lîbya derkevin û hilbijartin bên lidarxistin
22 îlon, 2021   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Nikos Dindias piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Cezayir Ramdan Lamara re li New Yorkê, li ser hesabê xwe yê twitterê got:" Di axaftina min bi Wezîrê Karê Derve yê Cezayirê derbarê rewşa li Lîbyayê de, min helwesta Yewnanistanê ya ku piraniya civaka navneteweyî erê dike, dubar kir."

Li gorî Dinias, helwesta welatê wî li hemberî vekişanda hemû hêzên biyanî ji Lîbya û pêkanîna hilbijartinan di dema xwe de nehatiye guhertin.

(dm)