​​​​​​​Namzetê PADÊ: Em ê ji bo bidestxistina mafên civaka êzidî li Iraqê tev li hilbijartinan bibin

Namzetê Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidî ji bo hilbijartinên parlemento yên Iraqê diyar kir ku ew ê xizmeta civaka êzidî bikin û ji bo bidestxistina mafên wan bixebitin, her wiha da zanîn ku şopandina xeta şehîdan bingeha têkoşîna wan e.

​​​​​​​Namzetê PADÊ: Em ê ji bo bidestxistina mafên civaka êzidî li Iraqê tev li hilbijartinan bibin
22 îlon, 2021   03:07
ŞENGAL – SÎPAN SILO

Amadekariyên hilbijartinên parlemento yên Iraqê têne kirin. Tê payîn ku hilbijartin di 10`ê Cotmehê de werin lidarixstin û meclisa parlementeran a Iraqê were hilbijartin.

Partiya Azadî û Demokrtîk a Êzidî amadekariyan dike ku bi namzet Şêx Semîr Derwêş tev li hilbijartinan bibe.

Şêx Semîr Derwêş ji ANHA`yê re got, tevlîbûna wan ji hilbijartinan re ji bo girîngiya bidestxistina mafê civaka êzidî û misogeriya bidestixstina mafên wan weke hemû pêkhateyên din ku li Iraqê dijîn e.

Partiya Azadî û Demokrtîk a Êzidî yekemîn partî di dîroka nûjen a Iraqê de ye ku ruxset weke partiyeke siaysî bi awayekî fermî ji Hikumeta Federal a Iraqê bi dest xistiye. Ji mafê wê ye ku nûnertiya pêkhateyên êzidî di hilbijartinên Iraqê de bike û daîreya wê ya hilbijartinan li bajarên ku êzidî lê dijîn, hebe.

Ev Partî berdewamiya Tevgera Azadî û Demokratîk a Êzidî TEV-DA ye ku di sala 2013`an de hate damezirandin. Armanc ji damezirandina wê rêxistinkirina civaka êzidî û rêveberina wê xwe bi xwe bû. Her wiha ji bo xurtkirina rola rêxistinkirinê, 24`ê Hezîrana 2017`an tevgerê biryar da ku ber bi avakirina partiyê ve biçe û li ser wê esasê navê wê ji tevgerê veguherî Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidî (PADÊ).

`AVAKIRINA RÊVEBERIYA XWESER A ŞENGALÊ BENDEK SEREKE DI BERNAMEYA HILBIJARTINAN DE YE`

Şêx Semîr Derwêş di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Bernameya me ya hilbijartinan ji 10 bendên sereke pêk tê. Armanca wan pêşxistina hemû aliyên jiyanê li Şengalê û destekdayîna hemû beşên civakê ye. Ji girîngtirîn bendan jî xebata avakirina Rêveberiya Xweser li Şengalê ku ne navendî be û girêdayî Hikumeta Federal aIraqê be."

Her wiha girîngiya xebatê ji bo buyera ku 3`ê Tebaxa 2014`an bi serê êzidîyan de hat, qirkirina komî (Jenewsaid) û banga ku kesên girêdayî vê yekê bûn, radestî dadgehên taybet werin kirin.

Her wiha divê destek ji ciwanan re were dayîn, ji ber ku ew hêza dîmanîk a civakê ne û enerjiya pêşxistin û pêşvebirina civakê ne.

Têkildarî mafên jinan û misogeriya bidestxistina wan Şêx Semîr destnîşan kir ku jinên Şengalê berxwedaniyeke lehengî pêk anîne, li hember dijminê êzidîyan sekinîn, destekdayîna ji wan re erkeke da ku hemû mafên jê hatine standin bi dest bixin, her wiha xebat were kirin da ku tazmînat ji kesên ku ji ber operasyonên leşkerî li Şengalê zirar dîtine re werin dayîn.

Şêx Semîr diyar kir ku bernameya wî hemû peymanên derbarê Şengalê de bê nêrîna civaka êzidî, red dike û di serî de jî peymana Hewlêr û Bexdayê ya ku di 9`ê Cotmehê de di navbera hikumeta PDK`ê û hikumeta Iraqê de hate îmzekirin red dike.

`PIŞTÎ FERMANA 2014`AN ÊZIDÎ BI ZANEBÛNEKE MEZINTIR TEVGERIYAN `

Şêx Semîr teqez kir ku piştî fermana 2014`an li Şengalê, êzidî bi zanebûneke mezintir tevgeriyan, têkoşîna xwe bi rê ve birin da ku destkeftiyan li gorî girîngtirîn berjewendiya êzidî bi dest bixin. Ragihandina damezirandina partiyê û wergirtina ruxsetê yek ji destkeftiyên ku di hemû forman de nûnertiya wan bike û banga mafên weke pêkhateyên din li Iraqê, bike ye.

`EM MAFÊN XWE DIXWAZIN Û DIXWAZIN LI GORÎ PÎVANA JIYANA HEVBEŞ LI IRAQÊ BIJÎN`

Şêx Semîr wiha berdewam kir: "Em mafên xwe dixwazin û dixwazin li gorî pîvana jiyana hevbeş li Iraqê bijîn ku her kes bêyî cudahî mafên xwe bi dest bixe. Li ser vî esasî beşdarbûna me ji hilbijartinan re ji bo diyarkirina pîvana jiyana azad û bi rûmet li gorî dîrok û berdêlên êzidiyan e."

Her wiha piştrast kir ku ew ê bi awayekî qanûnî û di bin sîwana parlementoya Iraqê de banga mafên gelê xwe bike.

`MALBATÊN ŞEHÎDAN BINGEHA SEREKE YA TÊKOŞÎNA ME NE`

Şêx Semîr di axaftina xwe de behsa şehîdên ku Şengal ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine, hebûna êzidiyan û çanda wan parastine, kir û got:"Partiya me partiya şehîdan e. Malbatên şehîdan binesaziya sereke ya têkoşîna me ne. Em ê banga mafê zêdetirî 400 şehîdên ku ji bo vê xakê canê xwe feda kirin, bikin. Heta niha Iraqê tu itîraf bi vê yekê nekiriye û armanca me ya sereke wê pêkanîna vê yekê be."

Şêx Semîr anî ziman ku malbatên şehîdan bingeha xebata me ne ew in ên ku têkoşînê xurt dikin û her tim banga azadî û rûmeta civaka êzidî dikin.

`KOÇBER DÎLÊN HILBIJARTINAN E`

PDK`ê derfetê nade ku koçberên Şengalê vegerin ser xaka xwe, wan di kampên Başûr de dihêle da ku her tim wan wekî kaxezeke qezencê bi kar bîne.

Zêdetirî 7 sal in ku bi dare zorê koçberan di kampan de digire û nahêle derkevin. Ji aliyekî din ve jî PDK`ê dibîne ku vegera koçberên êzidî ji warên xwe re dê bibe sedem ku hejmareke mezin ji kesên ku qaşo wekî alîgên xwe nîşan dide ji dest bide. Ev yek jî bê ku koçberên êzidî bizanibe ku ew destekê didin PDK`ê pêk tê.

Kanalên televîzyonan ên girêdayî PDK`ê propegandayê dikin û agahiyên ne rast derbarê rewşa ewlehiyê ya li Şengalê de belav dikin. Armanca wan ji vê yekê ku ew e ku tirsê di nava koçberan de belav bikin da ku wan di kampan de bihêlin û wan di rewşên wekî hilbijartin û hwd. de keysbaz bikin.

Têkildarî vê yekê Şêx Semîr Derwêş got, koçber dîlên hilbijartinan e, kombûna dengên wan di hilbijartinan de ji bo aliyên ku berjewendiya xwe di ser hemû berjewendiyan re dibîn e.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UatOLnGM6Mw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>