​​​​​​​Malbatên şehîdan ji bo PDK'ê: Hûn xayîn û ajanên dewleta Tirk in

Malbatên şehîdan li bajarê Qamişlo got, hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re ya li dijî gerîla xiyanet e, divê dev jê berde û got, divê PDK`ê çarenûsa koma gerîla eşkere bike.

​​​​​​​Malbatên şehîdan ji bo PDK'ê: Hûn xayîn û ajanên dewleta Tirk in
22 îlon, 2021   01:55
QAMIŞLO- EHMED SEMÎR

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di salên 90`î de destek da artêşa Tirk a dagirker û li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êriş pêk anî, lê di wê demên de bi bin ketin. Hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re di êrişên li dijî qadên Gerîla de, careke din dubare dibe. Êrişên herî dawî di 6'ê Îlonê de, dema ku hêzên PDK'ê 7 Gerîla li herêma Xelîfan di encama kemînekê de şehîd xistin, pêk hat.

Vê derbarê de, ajansa me bi malbatên şehîdan ên bajarê Qamişlo re hevpeyvîn çêkirin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan, Wadhe Wankî bang li partiyên Kurdistanî yên li Başûrê Kurdistanê kir ku dev ji xeta xiyanetê berdin û got: Me her tim bang li PDK`ê dikir ku nekevin pey xefkên dijim û êrişî birayên xwe yên Kurd neke, lê belê diyar bû ku ev malbat tu itîrafê  bi biratiya Kurdistanî nake,

Derbarê hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re, Wadhe Wankî diyar kir ku PDK'ê ji salên 90`î ve şerê gelê Kurd dike.

Her wiha Wadhe Wankî bal kişand ser êrişa PDK`ê ya dawî ya li dijî hêzên gerîla û got:" Li çiya êrişî zarokên me kirin û 7 gerîla şehîd xistin."

Wadhe Wankî wiha domand: "PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re dibêje, ji aliyekî ve hûn êrişî Partiya Karkerên Kurdistanê bikin û ji aliyê din ve jî em ê wan dorpêç bikin û bi dawî bikin." Wadhe Wankî her wiha got: "Her du alî dizanin ku ew nikarin Tevgera Azadiyê têk bibin, berê jî pê re şer kiribûn û têk çûbûn. Em dizaninin ku di dawiyê de wê gerîlayên me bi ser bikevin."

Wadhe Wankî destnîşan kir ku divê her kes bizane ku şer ne tenê di navbera her du aliyên Kurdî de ye, ger ku PDK'ê partiyekî Kurdî bûya û li gorî berjewandiyên gelê Kurd tevgeriyaba wê bi dewleta Tirk a dagirker re nebûya alîkar.

Wadhe Wankî destnîşan kir ku şerê ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê li dijî gerîlayên me yên ji bo Kurdistaneke azad têdikoşin, dike, hîna jî didome û got: "PDK'ê her tim rê li pêşberî şoreşên gelê Kurd digire, her wiha beriya şoreşa Partiya Karkerên Kurdistan jî, Şoreşa Qazî Mihemed têk birin, ev ne birayên me ne, ew xayîn in û ajanên dewleta Tirk in."

Wadhe Wankî xîtabî PDK'ê kir û wiha got: "Çima hûn bi dagirkeriya Tirk re hevkariyê dikin? Dewleta Tirk naxwaze konek jî ji bo Kurdan ta li ser Heyvê jî were vedan. Çima hûn ji siyasetên xwe ay şaş paşve gav navêjin? Ger hûn wiha berdewam bikin, dîrok dê we lanet bike û dê we wekî ajan û xayînên dagirkeriya Tirk bi nav bikin." 

Derbarê helwestên PDK'ê yên vê dawiyê de, Wadhe Wankî got: "Kurdistan û beşên wê ne mulkên tu kesî ne û dê nebin yên PDK'ê jî. Kurdistan para hemû şoreşger, berxwedêr, têkoşer û welatparêzên ku ji welatê xwe hez dikin û diparêzin e, ji ber vê yekê mafê kesekî tune ye ku li ser kurdisanê bazaran bike."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Wadhe Wankî di dawiyê de wiha got:"Em bi salan e ku têdikoşin û li ber xwe didin û em amade ne ku berê xwe bidin çiya û mil bi mil li kêleka zarokên xwe li dijî dagirkeran şer bikin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan, Ibêd Etê got, hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re ne nû ye, ev partî di dirêjahiya dîrokê de li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û destkeftiyên gelê Kurd şer dike. Her wiha destnîşan kir ku PDK`ê xeta xiyanetê derbas kiriye.

Ibêd Etê bang li PDK`ê kir ku çarenûsa koma gerîla ya Tevgera Azadiya Kurdistanê zelal bike û cihê wan eşkere bike û got:"Berdewamkirina Partiya Demokrat a Kurdistanê bi vî rengî wê hilweşîn û wêraniyê bi xwe re bîne."

Her wiha endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvîn Îbrahîm jî sûcên Partiya Demokrat a Kurdistanê yên vê dawiyê şermezar kir û got: "Divê PDK`ê baş bizanibe ku dijminên bav û kalan nabin dostên bav û zarokan, çawa dibe ku dijmin bibe dost?."

Hêvîn Îbrahîm wiha bi dawaî kir: "Tişta ku PDK`ê dike nayê qebûlkirin. Gerîla li çiyaya li ber xwe didin, PDK'ê çi ji wan dixwaze?."

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/A1aHT9-pg9k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>