​​​​​​​ENKS; palpişta dewleta Tirk û çeteyên wê

ENKS ji destpêka şoreşa Rojava ve bi dijminan re dixebite û bi nirxên neteweyî yên gelê Kurd dilîze û ji dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkirî re bûye palpişt.

​​​​​​​ENKS; palpişta dewleta Tirk û çeteyên wê
22 îlon, 2021   00:46
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENIZ

Di pêvajoya destpêkirina aloziya Sûriyê de partiyên Kurdan tevgereke bi navê "Însiyatîfa Nîştimanî ya Kurd" ava kir. Tevger di 11'ê Gulana 2011'an de hat ragihandin . Piştî vê bi demeke kurt, ENKS di 24'ê Cotmeha 2011'an de bi biryara Mesûd Barzanî hate damezirandin û 11 partî beşdar bûn. Çavdêr diyar dikin ku ENKS ku di wê demê de hatiye avakirin, bi taybet ji bo têkbirina "Însiyatîfa Tevgera Neteweyî ya Kurd" hatiye birêxistinkirin.

Piştî ku di Gulana 2012'an de 5 partiyên din tev li ENKS'ê bûn, di her warî de ENKS qels bû. ENKS li dora 5 partiyên ku ji aliyê PDK'ê ve tên birêvebirin, saz bû. ENKS ku 11 partiyan di damezirandina wê de roleke aktîf girt ser xwe, piştre bi tesfiyekirina van partiyan re, kete destê 5 partiyên ji aliyê PDK'ê ve tên birêvebirin.

YÊN BI DESTÊ MÎT'Ê TÊN FÎNANSEKIRIN

Partî û kesayetên ku ENKS'ê bi rê ve dibin ev in; Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê-Siûd Mela, Partiya Nîştimanî û Demokratîk a Kurd- Tahir Sefok, Partiya Demokratîk û Wekheviyê ya Kurd-Neîmet Dawûd, Partiya Pêşveçûnê ya Kurd-Feysel Yûsif, Partiya Yekitiya Kurd a Sûriyê- Îbrahîm Biro.

Serkêşên van her pênc partiyan gelek caran ji bo destkeftiyên şoreşa Rojava ji holê rakin, tev li civînên li Tirkiyê bûn û bi MÎT'a Tirk re bazar kirin. Her wiha ev her pênc siyasetmedar ji aliyê dewleta Tirk ve hatin fînansekirin.

ENKS ku ji destpêka avabûna xwe ve li ser navê Kurdên li Rojava tu xebat nemeşandine, piştre cihê xwe di nava meclisa qaşo neteweyî ya Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyê (KNS) de girt ku ev kom bi temamî ji komên çete yên bi taybetî hatine perwerdekirin û ajandayên veşartî yên dewleta Tirk ên li Sûriyê pêk tê. Bi daxwaza dewleta Tirk tev digerin û ev rêxistinên çete misyona çav û guhê dewleta Tirk li Sûriyê pêk tînin.

Vê rêxistina çete jî pêşî bi guherandina kirasên çeteyên DAIŞ'ê di dagirkirina Cerablus û Babê de rol lîst. Çeteyên KNS'ê ku ENKS jî di nav de ye, di dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û koçberkirina bi deh hezaran rojavayiyan de rol lîst.

BERPIRSÊ DAGIRKIRINA EFRÎNÊ

Beriya êrîşa li ser Efrînê ya sala 2018'an li bajarê Dîlokê (Enteb) bi beşdariya endamên ENKS'ê civînek hate lidarxistin. Di vê civînê de ku di çapemeniyê de jî hat ragihandin ku “Meclisa Herêmî ya Efrînê” hatiye avakirin û Hasan Şindî wek serokê meclisê hatiye wezîfedarkirin. Hasan Şindî ku ji Efrînê ye, endamê Partiya Azadî ye ku di sala 2011'an de tev li ENKS'ê bûye. Di sala 2014 'an de Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyê (El-Partî), her du şaxên Partiya Azadî bi serokatiya Mistefa Cûma û Mistefa Oso û Partiya Yekitiya Kurdistanê bûn yek da ku Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyê (PDKS) ava bikin. Partiya Azadî xwe fesh kir û hebûna xwe di nava van partiyan de dewam kir û bû endama aktîf a ENKS'ê. Endamê ENKS'ê yê bi bandor ji komkujî û revandina bi sedan welatiyên sivîl ên Efrînê berpirsyar e. Di rastiyê de ev mînak jî nîşan dide ku ENKS çi qasî xema neteweperweriya Kurd dixwe ku di her rewşê de wek retorîk daniye pêşiya xwe.

Şindî di 1’ê Nîsana 2018’an de, di hevpeyvîna xwe ya li gel rojnameya Yeni Şafak a Tirliyê ku bi nêzîkbûna xwe ya AKP’ê re tê zanîn, digot "Ne mimkûn e ku di 2 mehan de tovên zilmê yên ku PKK'ê li herêmê çandine, bi temamî rabin. Ji bo ev xetereya li vir ji holê bê rakirin, divê em bi Tirkiyê re bixebitin. Erebî divê li şûna kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Lê em ê bixwazin ku kurdî jî bibe waneyeke hilbijartî." Komên ENKS'ê di nava "Artêşa Wetenî ya Sûriyê" ya di bin navê Tabûra Semerkandê de bi 6 tabûran beşdarî dagirkirina Efrînê bûn. Rayedarên ENKS'ê ragihand ku tevî artêşa Tirk û çeteyên Artêşa Wetenî ya Sûriyê 4 komên çekdar ên girêdayî wan li Efrînê tev li dagirkeriyê bûne.

LI SER ÇI AXIVÎN?

Belgeyên veşartî, rapor, peyamên ji 16 hevdîtinên dewleta Tirk ên bi rayedarên ENKS, MÎT, PDK û DYA’yê re di sala 2019'an de ji aliyê ajansa me ve hatin weşandin. Raporên ku rayedarên ENKS'ê bi xwe nivîsandibûn, tê de agahiyên balkêş hebûn.

/kr/haber/tkiliyn-enks-mta-tirk-h20983.html  

Rêveberên ENKS'ê yên wekî Îbrahîm Biro, Kamûran Haco, Evdilhekîm Beşar, Siyamend Haco, Evdilbasit Hemo di navbera salên 2016-2019'an de 16 caran bi MÎT’ê re li Dîlok, Enqere û Stenbolê, 12 caran jî bi saziya îstîxbaratê ya PDK'ê Parastinê re li Hewlêrê û 4 caran jî bi rayedarên DYA'yê re hevdîtin kirin. Navên endamên MÎT'ê yên tev li hevdîtinan bûne jî di çapemeniyê de cih girt.

Helwesta ENKS'ê ku pir aşkera ye ku xizmeta têkoşîna neteweyî ya Kurdan nake, di rastiyê de ji El-Nusra û çeteyên bermahiyên wê ku di sala 2012'an de Serêkaniyê dagir kir û çeteyên DAIŞ'ê ku bi fermana dewleta Tirk di sala 2014'an de gelê Kurd kir hedef, ne cudatir e. Îro êrişên çeteyên El-Nusra û DAIŞ'ê yên bi desteka dewleta Tirk bi armanca tunekirina şoreşa Rojava dişibin êrişên ENSK'ê yên li ser ziman, çand û şoreşa Rojava.

ENKS'ê ku ji destpêka şoreşa Rojava ve bi dijminan re tev digere, nekarî vîna gelê Kurd bişikîne û vê carê jî bi MÎT'ê re tev diğere. ENKS astengiyek e ku li pêşiya statuya şoreşa Rojava disekine. ENKS dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê ditengijin, jê re dibe palpişt.

ENKS BANGA MIRINÊ LI GELÊ EFRÎNÊ DIKE

ENKS'ê ku di dagirkirina Efrînê de beşek ji KNS'ê bû, propagandaya vegera Efrîniyan li malên wan dike, lê belê li ber çavên her kesî komkujiyên li ser sivîlan û revandin û windakirina bi dehan welatiyên sivîl ji aliyê çeteyan ve û wêrankirina gorên şehîd û sivîlan paşguh dike. Bi dehan kesên ku ji ber vê propagandayê vegeriyan Efrînê, ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û îşkence li wan hate kirin.

Sekreterê giştî yê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd a Sûriyê Salih Gedo diyar kir ku siyasetên ENKS'ê dişibin êrişên çeteyên ku hewl dan şoreşa Rojava bifetisînin û got: "Bi destpêkirina şoreşa Rojava re gelek destkeftî çêbûn. Li dijî çeteyên DAIŞ'ê û çeteyên din ên terorîst, me bi hezaran şehîd û birîndar dan. Ev pêvajo ji bo Kurdan pêvajoyeke dîrokî bû. Rewşa ku îro li Efrînê derketiye holê, ji aliyê hemû sazî û rêxistinên mafên mirovan ve hate dîtin. Têkildarî sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê pêk anîne, dosya ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve hatine amadekirin. Dewleta Tirk niha bi ENKS'ê re ji bo dagirkeriya xwe rewa bike û mafdariyê bi dest bixe, dixebite. Beriya niha jî li Dîlokê bi dewleta Tirk re civîn çêkiribûn. Niha jî dewleta Tirk ENKS'ê bi kar tîne. Ez bawer nakim ku ev proje jî serkeftî be. Nayê qebûlkirin ku ENKS ji bo berjewendiya dewleta Tirk bixebite."

Salih Gedo got ENKS'ê xwe kiriye berdestiya dewleta Tirk û wiha pê de çû: "Heke ENKS bi rastî jî li berjewendiyên gelê Kurd difikire, divê Efrîn nebe beşek ji KNS'ê ku Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine. Divê nebin şirîkên qetilkirina gelê Kurd. Gelê Rojava dê vê rewşê tu carî qebûl neke. Divê ENKS di vê mijarê de bi lezgînî helwesta xwe zelal bike. Li aliyê din, ya li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tê kirin dê her tim derkeve pêşiya ENKS'ê."

Salih Gedo ku anî ziman ku ENKS ji dema tevlêbûna xwe ya nava KNS'ê û vir ve, tu xizmet ji gelê Kurd re nekiriye û di dawiya nirxandina xwe de got: "ENKS xizmeta gelê Kurd nake. Di bin sîwana KNS'ê de tev digere ku li dijî gelê Kurd komkujî pêk anîn. KNS dijminê herî mezin ê gelê Kurd e. Ji hikumeta Şamê bêhtir dijminatiya Kurdan dike. Wek siyasetmedarekî Kurd, bi ya min divê ENKS ji vê qirêjiyê rizgar bibe. ENKS hevparê êriş û komkujiyên li hemberî Rojava ye. Divê ENKS dest ji vê yekê berde."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pN26dMHtMCU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>