Li Bakur û Rojhilatê Sûriye 270 kesên din bi  Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê îro ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriye 270 kesên din bi Koronayê (Covid-19) ketine û 10 kesên din jî ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriye 270 kesên din bi  Koronayê ketin
21 îlon, 2021   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tendurstiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên mirine, mêrek ji Hesekê, jinek ji Til Temirê, jinek û mêrek ji Qamişloyê, 3 mêr ji Dêrikê û 3 mêr jî ji Dêrazorê ne.

Ciwan Mistefa piştrast kir ku kesên bi koronayê ketine, 148 mêr û 122 jin in.

Her wiha desteyê ragihand ku 13 kes jî baş bûne.

Li gorî Desteya Tenduristiyê, bi van daneyan re hejmara pêketiyên şewba Koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriye gihaşt 25 hezar û 288 kesî û 825 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 79 kes jî baş bûne.

(dm)