Tevgerên jinan têkildarî 21’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Navneteweyî daxuyaniyek da

Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang kir ku derfet ji jinan re were dayîn da ku tev li saziyên cuda yên civakê bibin û nêrîna xwe di dozên girêdayî aramî û aştiyê de bibêjin.

Tevgerên jinan têkildarî 21’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Navneteweyî daxuyaniyek da
21 îlon, 2021   09:55
QAMIŞLO

21`ê Îlonê Roja Aştiyê ya Navneteweyî ye. Ev roj ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve di 21`ê Îlona 1981`an de hate ragihandin.

Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rasthatina salvegera 41`an a Roja Aştiyê ya Navneteweyî bi daxuyaniyekê ev roj li tevahî cîhanê, nexasim li jinan pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li cîhanê vîrusa Koronayê ji beriya 2 salan ve belav bûye û ev jî bûye sedema bidawîkirina jiyana bi milyonan kesan.

Her wiha di daxuyaniyê de behsa alozî û şerên domdar ên ku barê piraniya dewletên Rojhilata Navîn zêde kirine, hat kirin nexasim Sûriyê ji ber vebijêrka leşkerî ya hikumeta Şamê û bikaranîna tundiyê ji aliyê çeteyan ve, ji deh salan ve di şer de ye. Hat diyarkirin ku ji ber mudaxeleya hêzên herêmî rewşa li welatên nakok girêktir bû ku di encamê de bi hinceta parastina ewlehiya neteweyî gelek herêmên Sûriyê mîna Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablus, Bab û Idlibê dagir kirin.

Di daxuyaniya xwe de îşaret bi kiryarên hovane yên li dijî şêniyên herêmên dagirkirî hat kirin û ev yek hate gotin: "Bi armanca qirkirina nasnameya resen a herêmên dagirkirî, dagirkeran demografiya herêman guhert, şêniyên resen dan koçbekirin û li şûna wan kesên ji deverên din bi cih kirin. Dar birîn, daristan şewitandin û şûnwar talan kirin."

Tevgerên jinan ên ku daxuyanî dane, ev in: Meclisa Jinan a Bakur û Rojilatê Sûriyê, Meclisa Jinên Sûriyê, Kongreya Star, Yekitiya Jinên Suryan, Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Jinên PYD`ê, Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, Nivîsgeha Jinan a MSD`ê, Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê, Komîteya Jinan a Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê, Yekitiya Jinên Ciwan û Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan.

(bx)

ANHA