Mexmûriyan êrişên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla daxuyaniyek da û got “Vîna gerîla ya ji pola dê teqez bi ser bikeve.”

Mexmûriyan êrişên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
21 îlon, 2021   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî êrişên dewleta Tirk ên kîmyewî bi daxuyaniyekê li ber deriyê avahiya Saziya Malbatên Şehîdan hatin şermezarkirin.

Bi navê şêniyên wargehê endama Koordînasyona Meclisa Îştar Xurbet Îşlek daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di salvegera pêngava 'Dem Dema Azadiyê ye' de em şervanên azadiyê û girtiyên zindanan silav dikin û em dibêjin dê paşeroj a gelê berxwedêr û hevgirtî be.

Berxwedana gerîla 5 meh li pey xwe hiştin. Dewleta Tirk hemû rêbazên derveyî mirovahiyê li dijî gerîla bi kar tîne. Rojane li pêş çavên tevahiya cîhanê li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne. Di heman demê de ev êriş ziyaneke mezin dide xwezayê jî. Em bi tu awayî van êrişan qebûl nakin û şermezar dikin. Dê teqez vîna gerîla ya ji pola bi ser bikeve.

Em li dijî van êrişan hemûyan in. Em ê çalakiyên demokratîk li dar bixin û li hemberî dijmin çokê daneynin. Li hemberî êrişên ku li ser xaka Iraqê tê kirin, divê Iraq bi berpirsyariya xwe rabe.”