Li Silêmaniyê dayikên aştiyê yên ji çar parçeyên Kurdistanê hatin cem hev

Dayikên aştiyê yên ji çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê kom bûn.

Li Silêmaniyê dayikên aştiyê yên ji çar parçeyên Kurdistanê hatin cem hev
21 îlon, 2021   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Dayikên aştiyê yên ji çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrişên dagirkeriyê û ji bo guftûgokirina rola dayikan di pêşîlêgirtina êrişan û çareserkirina pirsgirêkê de cara yekem di asta neteweyî de komxebateke berfireh li Silêmaniyê li dar dixin.

Panela yekemîn bi nava “Em ê bi hev re aştiyê misoger bikin” ji aliyê dayikên Başûrê Kurdistanê ve ku tê lidarxistin, dest pê kir.

Di komxebatê de dê 4 mijarên der barê dagirkerî û êrişên li ser Başûr, Bakur, Rojava, Kampa Mexmûr û Şengalê de werin guftûgokirin.

Her wiha dê beşeke komxebatê ya girîng jî li ser rola dayikan di pêşîlêgirtina êrişên dagirkeriyê, çareserî û pêkanîna aramiyê de be.

Komxebata dayikên aştiyê ku bi şiklê panelan bi rê ve diçe, dê îro bi encam bibe.