Hêzên hikumeta Şamê bajarokên li ‘herêmên bêçek’ topbaran kirin

Li gel ku çeteyên dewleta Tirk behsa niyeta Şam û Rûsyayê ya pêkanîna operasyoneke leşkerî li Sehl Xab dikin, hêzên hikumeta Şamê vê sibê bi moşekan û topan herêmên Sehl Xab û deverên din ên çiyayê Zawiyê yê gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê bajarokên li ‘herêmên bêçek’ topbaran kirin
21 îlon, 2021   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê vê sibê bi top û moşekan deverên Ziyara, Xerbet Naqûs ên Sehl Xab ên gundewarên bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê deverên din li Binîn û Filêfil ên çiyayê Zawiyê yên gundewarên başûrê Idlibê kirin hedef. Lê tu agahî der barê windahiyan de nehatin bidestxistin.

Di demên dawîn de, behsa niyeta hêzên hikumeta Şamê û Rûsyayê ku dê operasyoneke leşkerî li dijî herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne, tên kirin.

Têkildarî vê mijarê rojnamaya Şerq El-Ewsat ku agahiyên xwe dispêre serçeteyekî dewleta Tirk îro di raporeke xwe de ragihand ku liv û tevgerên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê yên Îranê hatin şopandin.

(dm)