​​​​​​​Li Kobanê belavkirina beşa yekemîn a mazotê bi dawî bû

Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê belavkirina beşa yekemîn a mazotê bi dawî kir. Her wiha şêniyan mekanîzmeya belavkirinê li hin herêman rexne kir û banga çareserkirina wê kir.

​​​​​​​Li Kobanê belavkirina beşa yekemîn a mazotê bi dawî bû
21 îlon, 2021   09:12
NÎHAD KERHO - KOBANÊ

Gerînendetiya Sotemenî ji bo her malbatekê 440 lître mazot diyar kir. Ev miqdar dê li ser du beşan were belavkirin. Ji bo ku dem pir nexwe, gerînendetiyê li hin herêman ev miqdar bi giştî li şêniyan belav kir û li hin herêm û bajarokên qerebalix tenê parek belav kir. Xebatên gerînendetiyê 23`yê Hezîranê dest pê kirin û di çend rojên bê de dê dest bi belavkirina beşa duyemîn bike.

Hejmara malbatên ku li cem Gerînendetiya Sotemeniyê li tevahî herêmên Rêveberiya Xweser xwe tomar kirine, gihaşt 78 hezar û 979’an. Gerînendetiyê 724 hezar û 394 kart çap kirin û 325 hezar û 458 malbatan kartên xwe wergirtin.

Li herêma Firatê, Gerînendetiya Sotemeniyê bi awayekî serkeftî beşa yekemîn belav kir, lê îsal gelek zehmetî li pêşiya wê derketin. Cotkar, pîşesaz, xwediyên wesayîtan û şênî berê xwe didin stasyonan da ku para xwe ji mazotê wergirin. Her wiha hin caran mazot dereng digihaşt herêmê.

Pêwîstiya herêma Firatê îsal bi 18 milyon lître mazotê heye. Hejmara malbatên ku navên xwe qeyd kirine gihaşt 60 hezar û 500’î. Miqdara mazota ku heta niha hatiye belavkirin, 13 milyon lître ye.

Welatiyekî ji Kobanê yê bi navê Mihemed Yusif El-Elî mekanîzmaya belavkirinê û kêmbûna mîqdara mazotê rexne kir û pêşniyar kir ku ji bo ku rê li ber qerebalixê bê girtin, divê mazot li gelek stasyonan belav bikin.

Mistefa Hec Şikrî xwediyê stasyoneke sotemeniyê li Kobanê, diyar kir ku kombûna şêniyan dema ku mazotê werdigirin, aloziyan çêdike, bi taybet dema ku mazota germkirinê û mazota cotkaran û wesayîtan di heman demê de tê dayîn. Li ser vê yekê Mistefa bang li Gerînendetiya Çandiniyê kir ku roleke çalaktir di birêxistinkirina xebata belavkirina mazotê de bilîze.

Gelek astengî li pêşiya Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriye derketin ku xebata belavkirinê dereng xist. Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sadiq Mihemed El-Xelef ew astengî wiha anîn ziman: “Şîrketa Cizîrê mîqdara pêwîst ji mazotê dernaxe, her wiha kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê rolek mezin lîst ku daxwazên li ser mazotê zêde bibe."

Sadiq destnîşan kir ku wan kartên taybet çêkirin da ku xebata belavkirinê û lezbûna wê bi rêxistin bikin. Her wiha piştrast kir ku xebata belavkirina mazotê dê di demên diyarkirî de bi dawî bibe eger rêjeya hilberandinê li şîrketa Cizîrê bilind bibe.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hdNYJvZSbRE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>