HPG`ê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya HPG`ê nasnameya gerîlayê ku 7'ê Tîrmehê li herêma Avaşînê ji aliyê dewleta Tirk ve bi çekên kîmyewî û jehrî şehîd bûbû, eşkere kir.

HPG`ê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
21 îlon, 2021   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) têkildarî gerîlayê ku şehîd bûbû, ev agahî parve kir:

"Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî êrişên derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker yek ji berxwedanên herî bi heybet ên dîrokê nîşan dan û di dîroka azadiyê ya gelan de rûpelekî nû vekirin. Hem li tunelên şer hem jî bi şêweyê tîmên bi tevger bi taktîka şer a nûjen li herêma Avaşînê derbên herî giran li dewleta Tirk a mêtinger dixin. Dewleta Tirk a dagirker ku nikare li ber gerîlayên me yên azadiyê bisekine, ji bo karibe rewşê berovajî bike kiryarên li derveyî mirovahiyê û derfetên teknîkî bi rengekî bêsînor bi kar tîne. Tevî vê yekê gerîlayên Kurdistanê bi derfetên kêm li ser xeta serketinê tê dikoşin. Têkneçûn û xurtbûna îradeya Apoyî bi pratîka xwe ya şer careke din nîşan dan. Artêşa Tirk a dagirker ku di vê pêvajoya berxwedanê de li ber şikestinê ye, li dijî gerîlayên me her roj gazên bi jehr û kîmyawî bi kar tîne, bi dehan caran qadên berxwedanê bombe kirine. Di encama êrişa bi gazên kîmyewî û bi jehr de hevrêyê me Baz 7'ê Tîrmehê şehîd bû. Ji roja destpêkê ya êrişên dagirkeriyê û vir ve cihê xwe li refên herî pêş girt û bû yek ji pêşengên Berxwedana Girê Sor ku derbên giran li dagirkeran xist. Milîtanê me yê Apoyî yê nemir hevrêyê me Baz weke yek ji pêşengên ala serketinê hildide, wê di dîroka bi rûmet a gelê me de her tim bi hurmeteke mezin bê bîranîn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Baz wiha ne:

Nasnav: Baz Gever

Nav paşnav: Firat Şahîn

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Ferman-Kerem

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tîrmeha 2021 / Avaşîn