Parîs amadekariya kongreyeke navneteweyî ya têkildarî Lîbyayê dike

Di 12`ê Mijdarê de wê kongreyek navneteweyî têkildarî rewşa Lîbyayê were lidarxistin, kongreya ku wê beriya hilbijartinên dawiya salê werin lidarxistin, ji aliyê serokê Fransayê Emmanuel Macron tê amadekirin.

Parîs amadekariya kongreyeke navneteweyî ya têkildarî Lîbyayê dike
21 îlon, 2021   08:46
 NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Fransayê Emmanuel Macron hewl dide ku beriya lidarxistina hilbijartinên li Lîbyayê têkildarî rewşa li welêt kongreyeke navneteweyî di 12`ê Mijdarê de li dar bixe.

Wezîrê karûbarên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian bi kongreyeke çapemeniyê ya piştî civîna komeleya giştî ya 76`an a Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku serokê Fransayê Emmanuel Macron dê têkildarî hilbijartina serokkomarê Lîbyayê kongreyeke navneteweyî di 12`ê Mijdarê de li dar bixe.

Her wiha Le Drian tevî hempîşeyê xwe yê almanî Heiko Maas û yê îtalî Luigi Di Maio dê sibe li New Yorkê civîneke têkildarî Lîbyayê li dar bixin.

Le Drian bi bîr xist ku Fransa bang dike ku hilbijartin di dema wê de anku di 24`ê Kanûnê de were lidarxistin û divê hêzên biyanî û çete ji welêt derkevin.

Ji dema ku serokê parlamentoyê Eqîla Salih qanûna hilbijartinên serokatiyê di 9`ê Îlonê de bê dengdayîn erê kir, nakokiyên siyasî li Lîbyayê derketin pêş.

(dm)